H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê navenda bazirganîyê ya Îranê wê bê vekirin û wê bibe derîyê Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî: Mehr

Ajansa Mehr ya îranî dinivîse, wê navendeke bazirganîya Îranê li Yêrêvanê, paytexta Ermenîstanê bê vekirin, ku wê bibe derîyekî Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî.

Navenda bazirganîya Îranê ya li Ermenîstanê wek yekem û mezintirîn navenda bazirganîya daîmî ya Îranê li derveyî welat, bi hevkarîya rêxistina pêşxistina bazirganiya Îranê 1 ê cotmehê vebe.

Navenda danûstendinê ya Îranê li Yêrêvanê li ser erdê ji 18 hezar mêtrçargoşe hatîye çêkirin û pêşxistin.Cîhê pêşangehê yê navendê ku 10 000 metre çargoşe ye, 107 tabloyên pêşangehê bi mezinahîyên cîhêreng yên ku dikarin ji bo pîşesazîyên cîhêreng bên bikar anîn, bi odeyên civînê ji bo civînên karsazîyê, cîhê vekirî ji bo bûyer, konfêrans û fêstîvalan hene.

Di nav kar û barên lêkolînê de, kar û barên pêşangehê, stratêjîyên ji bo ketina bazara bikêr ya Ermenîstanê û  Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî navend dê zemînek ji bo veguheztina darayî, kar û barên lojîstîk û veguheztinê, şêwirmendîya qanûnî, kar û barên bac û gumrikê amade bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button