Nava çar salên dawîda byûcêya goveka senaya leşkerî sed carî zêde bûye: sêkrêtarê şêwira ewlehîyê
Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan raber kirîye, ku Ermenîstan nava goveka senaya leşkerîda gihîştîye açixîyên çi cûreyî. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ewî wextê civîna ermenîye hemcîhanî daye dîyarkirinê,wekî nava çar salên dawîda byûcêya senaya leşkerî sed carî zêde bûye.
“Heger sala 2020 î byûcêya goveka senaya leşkerî tiştek bûye, wî çaxî nava van çar salên dawîda ew pere sed carî zêde bûye. Bi vî cûreyî hûn dikarin bînin ber çevê xwe ku goveka senaya leşkerî gihîştîye dereceke çawa”,-Grîgoryan gotîye.
Sêkrêtarê ewlehîyê gotîye,wekî armanca Ermenîstanêye stratêcî ewe,ku nava wedekî kurtda hewcetîyên leşkerî-têknîkî bi saya senaya hundur 25-30 selefîva bêne razîkirinê.
“Em hêvîdarin,wekî emê nava wedekî kurtda bighîjine vê armancê”,- sêkrêtarê ewlehîyê gotîye.