H’emû nûçeSereke

Neaçixbûna me ewe ku heger qezîya ewlehîyê dibû, me Moskvayêra têlê dixist, lê niha usa nîne: sêkrêtarê ewlehîyê

Sîyaseta herêmî tu cara ya dijî Rojavayê nîne û sîyaseta me tu cara ya dijî herêmê nîbûye, ew balanskirîye.Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirina li civîna ermenîye global, sêkrêtarê şêwira ewlehîyê Armên Grîgoryan gotîye.

“Dema ku em dibêjin balanskirî, ew yek usa jî xebata tevî hevkarên li herêmê dide kifşê, ew yek xebata tevî hevkarên ji herêmê der dide dîyarkirinê, ew yek dide kifşê wekî em tevî welatên Asîya dûr jî dixebitin.

Bawarîke usa heye, wekî parastina dêmokrasîya me tenê nava pêwandîyên tevî Rojavayêdane. Lê ez dixwezim bîr bînim,wekî salên 2018-2021 ê Ermenîstan nava proseyên gêopolîtîkîye giranra derbaz bûye.Dêmokrasîya Ermenîstanê gihîştîye açixîyê, çimkî cimeta Ermenîstanê xwestîye bi dêmokrasî bijî.Tu kes wê ji der dêmokrasîya me çê neke. Ew yek tenê bi birîyara me tê kirinê”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Ewî daye zelalkirinê,wekî berê mêxanîzma sîstêma ewlehîyê ew bûye, ku heger qezîya hebûya, Moskvayêra têlê dixistin, lê niha usa nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button