Adam Şîf pêşnîyar dike ku dahatên Adirbêcanê bên desteser kirin û wan bişînin “Fonda vegerandina dahata Arsaxê”
Endamê meclisa nûneran ya Amêrîkayê Adam Şîf, ku ji bo hilbijartinên pêşerojê yên Sênatoyê piştgirîya koma ermenî-amêrîkayê dike, pêşnûmeqanûnek da alî raberî desteserkirina mal û milkên Adirbêcanê û şandina wan bo “Fonda vegerandina dahata Arsaxê” kir ku wek qanûnek bê damezrandin. Encama qirkirina êtnîkî ya qirkirinê, ji bo ku ji bo ermenîyên bi destê zorê ji Arsaxê hatine koçberkirin, tezmînata hatina windakirin bê dayîn.
Adam Şîf dema pêşnûmeya qanûnê raber kir bi taybetî wiha gotîye: “Çalakîyên berdewam yên Adirbêcanê li dijî gelê Arsaxê, karesateke mirovî çêkirîye û tê wateya paqijkirina êtnîkî. Divê em teqez bikin ku sûcdar bên darizandin û gelê Arsaxê jî ji ber wendahîyên xwe yên mezin tazmînatê werbigire. Projeya min wê edaletê û mêxanîzmaya tazmînata aborî ji bo kesên ku ji ber êrîşa Adirbêcanê her tişt winda kirine, peyda bike”.
Derbarê projeyê de rêveberê ofîsa Hay dat ya Waşîngtonê Aram Hambaryan jî wiha gotîye: “Em li gel kongrêsman Şîf di lêgerîna desthilata guncaw ji serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê re ji bo desteserkirina samanên Adirbêcanê û veguheztina wan bo fonda vegerandina dahata Arsaxê, destpêşxerîya wêrek e ji bo lêgerîna edaletê ji bo tawanên Arsaxê û Adirbêcanê li dijî gelê ermenî”. Lijneya neteweyî ya komîtêya ermenî-amêrîkî ya neteweyî, sazîyên herêmî û beşên herêmî serbilind in ku piştgirîyê didin Adam Şîf, hevalekî kevinar yê civata me, di berbijarê wî de ji bo Sênatoya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ji Kalîfornîyayê, û cesaretê dide ermenîyên amêrîkî li “Dewleta zêrîn” ku deng bidin û bi dilxwazî ji bo kampanyaya wî.
Şîf tevî hevkarên esilî yên pêşnûmeya dupartî ji hêla hevserokê kongreyê yê koma Ermenîstanê beşdarbûn Frênk Palon û nûner Gêyb Amo, Coys Bîtî, Cîm Kosta, Ann Êşû, Coş Gothaymêr, Dag La Malfa, Sêt Magazînêr, Cêyms Mik Govêrn, Grêys Mêng, Kêvîn Mûlîn, Grêys Napolîtano, Êlêonor Holmês Norton, Yan Şakovskî, Lînda Sançês, Brêd Şêrman, Dîna Tîtûs û Lorî Trahan.
Qanûna vegerandina dahata Arsaxê armanc dike ku Adirbêcan li gorî jêrîn berpirsîyar bigire.
.Hukumeta Adirbêcanê mecbûr bikin ku tazmînatê bide ermenîyên paqijkirî yên êtnîkî.
.Efirandina “Fonda vegerandina dahata Arsaxê” ji bo tazmînata mal û milkên winda û dahata karsazîyê. Eger Adirbaycan red bike, proje qanûn rê dide desteserkirina serwerîyên Adirbêcanê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê .
Hêjayî gotinê ye ku ev pêşnûme mafên ermenîyên li Arsaxê yên ji bo veger û xwedîkirina milkên xwe dubare dike.Tezmînata bi destxistina mal û milkê ermenîyan wê ji holê ranebe, wê mîsoger bike ku ermenî dikarin mal û kargehên xwe ji nû ve ava bikin.
Şîf di dema raberkirina pêşnûmeya qanûnê de amaje bi pirsgirêkên serkirdayetîya leşkerî-sîyasî û azadkirina girtîyan û parastina mîrata çandî ya Arsaxê jî kir.