Çend sal pêşda li Ermenîstanê berhemdarîya sehetekê şeş dolar bû, lê niha em nêzîkî deh dolaranin:Papoyan
Çend sal pêşda li Ermenîstanê berhemdarîya sehetekê şeş dolar bû, lê niha em nêzîkî deh dolaranin, lê niha hedefa me 12 dolare.Derheqa wê yekêda, wextê civîna ermenîye global, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan gotîye.
Bi axaftina derheqa dîvêrsîfîkasîyayêda, wezîr gotîye: “Ew yek pêvajoya rojekê yan jî salekê nîne. Ew êkonomîka ku niha heye, encamê sîyaseta êkonomîka 31-32 sala nîne, ew yek encamê mîrata meye. Ermenîstan çawa beşeke Sovyêta berê, êkonomîka wê pêşda bi wê fikirdarîyê hatîye çêkirinê, wekî ew gerekê bona yekîtîya Sovyêtê bixebitîya.Vî alîda gelek dijwarî hene, yên ku nahêlin ku dîvêrsîfîkasîya pêşda here.
Dîvêrsîfîkasîya dijî tu welatekî nîne, ew bo Ermenîstanêye. Heger roja îroyîn me bida dîyarkirinê,wekî êkonomîka me gelekî welatekîva girêdayîye, meyê dîsa derheqa dîvêrsîfîkasîyayêda bigota, çimkî dîvêrsîfîkasîya derheqa serbestîya medane.Bi çiqasîva tu li cîyê başqeva girêdaîyî, bi ewqasîva jî ji cîhên mayîn teva girêdayîne”.