Fêstîvala fîlmên kurdîye 4 emîn ya Moskvayê li hola sînêma parkê ya Mosfîlmê dest pê kir.
Fêstîvala fîlmên kurdîye 4 emîn ya Moskvayê bi merasîmeke taybet hat vekirin.
Di pêşbirka fêstîvalê de ji çar parçeyên Kurdistanê û bi giştî ji 12 welatan 7 fîlmên dirêj, 8 belgefîlmên dirêj, 15 kurtefîlmên sînêmayî û 9 kurtefîlmên dokûmênterîyê cîh digirin.
Fokûsa taybet ya 4 emîn fêstîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê li ser rewşa kurdên êzidî ye.
Fêstîvalê bi fîlma “Şengal” ya derhênera Katalanî Anna Marîya Bofarûlê dest pê kir.
Fîlma “Mûsil, mala min” yê ku derhênerîya wî Edalet Germîyanî kirîye behsa encamên şer û rêwîtîyeke meşê ya li nava Mûsilê dike.
Fîlma dîrokî ya sala 1988 a Hejwan Zendî jî li ser bûyerên rastî yên kîmyabarana Helebceyê û şerê Îraq û Îranê ye.
Fîlma “Hesp” ê Mehdî Ehmed jî qala daxwaza lehengekî dike ku piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên vedigere welatê xwe.
Fîlma werzişî yê “Bexdad Messî” ya Sehîm Omer Xalife jî çîroka zarokekî deh salî vedibêje ku di nava şer de xewna lîstina fûtbolê dibîne.
Fîlma “Roj baş” ya Ozkan Kûçûk jî ji Bakûrê Kurdistanê ye û çîroka şanogerên kurd vedibêje ku hewl didin şanoyeke 25 sal berê hatibû qedexekirin derxin.
Di fêstîvalê de pêşbirkên belgefîlm û kurtefîlman jî cîh digirin ku piranîya wan jî behsa binpêkirinên mafên jinan û rewşa wan ya civakî dikin.
Bi giştî di 5 rojên fêstîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê de li 4 holên sînêmayî yên Moskvayê dê 52 fîlmên kurdî pêşkêşî sînemahezan bên kirin.
Tora mêdyayî ya Rûdawê partnerê mêdyayî yê fêstîvala fîlmên kurdî ya Moskvayê ye.
“Fîlm gelekî taybet in”.
Derhênera rûs û endama jyûrîyê ya fêstîvalê Angêlîna Nîkonovayê gotîye:
“Piranîya fîlmên di bernameya fêstîvalê de hene bi asta xwe ve em heyîrî hîştine.
Ez dikarim bêjim ku piranîya wan berhemên gelekl taybet in û sînemkarên cîhanê dikarin ji wan îlhamê wergirin”.
“Ez kêfxweş im ku hatime vir”.
Derhênera fîlma Şengalê Anna Marîya Bofarûlê jî li ser fêstîvalê wiha axivîye:
“Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku her tim gelek girîng e û tiştekî taybet e em dikarin fîlmekî bi bîneran re parve bikin.
Helbet hebûna me ya li vir, li Moskvayê jî tiştekî taybet e.
Ez berê nehatibûm vî bajarî û ji ber vê jî ez kêfxweş im ku min fîlma xwe bi bîneran re parve kir”.
Sêvîn Efrînî û Mihemed Efrînî jî wek bîner hatine fêstîvalê.
Li gorî gotina Mihemed û Sêvînê fîlmên fêstîvalê behsa êş û derdên kurdan kirine û bi saya fêstîvalê haya xelkê Rûsîyayê û miletên din ji kurdan çêdibe.