H’emû nûçeSereke

Tê zanîn ku vekirina pêşangeha  heykelê Xwedawenda Anahîtê wê kengê pêk bê

21 ê îlonê seheta 20:00 heta 00:00 li mûzêya dîroka Ermenîstanê dê “Dayîka Xwedê: merasîma vekirina pêşangeha bi navê “Meryem ji Anahîtê” ku di çarçoveya wê de ser û destê  bronz yê navdar heykelê xwedawend Anahît ku ji mûzêya navdar ya Brîtanyayê hatîye veguheztin, wê yekem car li Ermenîstanê bê pêşandan.

Fonda pêşveçûna çandî dide zanîn ku ji berhevoka dewlemend ya mûzêya dîroka Ermenîstanê wê di çarçoveya pêşangehê de zêdetirî şeş deh pêşangeh bên pêşkêş kirin, ku ramana Xwedawenda Dayîkê ji serdema nêolîtîkê heya roja îroyîn kurt dike.

Pêşangeh di encama hevkarîya demdirêj ya di navbera mûzêya dîroka Ermenîstanê û mûzexaneya Brîtanyayê de tê lidarxistin.

Pêşangeh bi piştevanîya wezîreta perwerde, zanistê, çandê û werzîşê ya Ermenîstanê tê lidarxistin, sponsorê sereke jî sindoqa geşepêdanê ya “Kêron” e.

Em bînin bîr  16 ê îlonê de peykerê xwedawenda zayînî û dayîktîyê Anahît bi qasî 6 mehan ji Brîtanyayê birin Ermenîstanê.

Mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê bi mûzêya Brîtanyayê re pakêtek belge amade kir, ku serê bronz û destê çepê yê qralîçe tê de dihatin parastin.

Peykerê Anahîtêyî bronz li Ermenîstanê tu carî nehatibû pêşandan. Serê mayî û destê çepê yê ji bûstê wê bi qasî 6 mehan li Ermenîstanê bê pêşandan, wê li mûzêya dîroka Ermenîstanê ya bi navê “Dayê Xwedê: di çarçoveya pêşangeha bi navê “Ji Anahîtê heta Meryemê” tê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button