Di hewla derbeya çekdarî de servîsên taybet yên Rûsîyayê beşdar bûn: “Arbat” yekîneyeke wezîreta parastinê ya Rûsîyayê ye: Danîêl Îoannîsyan

Piştî ragîhandina efserên qanûnê yên Ermenîstanê ku hewla derbeya çekdarî li Ermenîstanê keşf kirin û pêşî lê girtin, hat texmînkirin ku sêrvîsên taybet yên Rûsîyayê di amadekirina wê de beşdar bûne. Me ji koordînatorê bernameyê yê “Yekîtîya hemwelatîyên agahdar” Danîêl Îoannîsyan pirsî, ku tenê van kesan li Rûsîyayê li baregeha leşkerî ya bi navê “Arbat” perwerdeya leşkerî dîtine, bes e ku em îdîa bikin ku ev ji alîyê Krêmlê ve hatîye amadekirin , ku sêrvîsên taybetî yên rûsî tiştek pê re heye? Îoannisyan guman nîne ku hewldana derbeya çekdarî li Ermenîstanê bi razîbûna rayedarên bilind yên Rûsîyayê hat organîzekirin:
“Sêrvîsên taybet yên Rûsîyayê di hewla derbeya çekdarî de cîh girtin. “Arbat” yekîneyeke wezîreta parastinê ya Rûsîyayê ye, ku di şerê li dijî Ûkraînayê de wek beşeke ji hêzên çekdar yên Rûsîyayê erkên şerkirinê pêk tîne. Herweha, ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku di raporta komîtêya navendî de tê gotin ku ermenîyên ku hatine leşkerkirin di dêdêktora derewan de hatine xistin da ku bê kontrol kirin ka ew rast in ku dibêjin têkilîya wan bi pêkhateyên desthilatdariya Ermenîstanê re tune. Dêdêktorên derewan ne alavên ku ji hêla beşa parastinê ve têne bikar anîn, servîsên taybetî dêdêktorên derewan hene. Di rewşa Rûsîyayê de, ew “FSB” û “SVR” e, ku dêdêktorên derewan hene. Eşkere ye ku ji bilî wezîreta parastinê ya Rûsîyayê, sêrvîsên taybet yên Rûsîyayê jî tê de cîh digirin, ango xebatkarên “FSB” yan jî “SVR” tevlî bûne. Ew sênaryoyek klasîk ya mirovên “verbovka” ye, dema ku berî leşkerkirinê hûn dixwazin piştrast bikin ku ew ne ajanê dijberê we ye, û yek ji awayên ku hûn pê ewle bibin ev e ku hûn bi dêdêktorek derewan kontrol bikin. Di vê rewşê de, sêrvîsên taybetî yên Fêdêrasyona Rûsîyayê, sêrvîsên taybetî yên Ermenîstanê wek dijmin dihesibînin. Biryara darbeya çekdarî ya di asteke pir bilind de hebû ku ji alîyê hêzên taybet ve tê kirin û leşker jî bi perwerdekirina kesên çekdar piştgirî da wê. Fermandarê “Arbat”ê ku di hewla derbeya çekdarî de cîh girtibû, madalyaya ji Pûtîn wergirt. Derbeya çekdarî li Rûsîyayê hat amadekirin, sêrvîsên taybet tevlî bûn, derbeya çekdar bi bereketa hökömeta Rûsîyayê hat amadekirin. Bi vê re sînordar namîne, komên ku li
Komîtêya navendî ya Komara Ermenîstanê çi senaryoya plankirî ya darbeya çekdarî li Ermenîstanê eşkere nekir. Danîêl Îoannîsyan bi giranî dîyar dike ku ew çi dikaribûn plan bikin. “Sênaryoya derbeya çekdarî dibe ku ev be: xwepêşandan veguhere şerekî leşkerî, 100 kes dest bi gulebaranê dikin û avahîyan dagîr dikin, baregeha leşkerî ya Rûsîyayê ji bo rawestandina rijandina xwînê wek aştîparêz tê Yêrêvanê”. Danîêl Îoannîsyan li ser îhtîmala sênaryoyek wiha îdîa dike ku divê mijara derxistina baregeha leşkerî ya Rûsîyayê ji Ermenîstanê bi awayekî cidî bê gotûbêjkirin.







