H’emû nûçeSereke

Li gorî îdîaya navxweyî ya peymana sîvîl, rêxistina teşebûsa derbeyê ya li Ermenîstanê bi alîkarîya sêrvîsên taybet yên Rûsîyayê hatîye kirin

Organîzekirina teşebûsa derbeyê ya li Ermenîstanê bi alîkarîya sêrvîsên taybet yên Rûsîyayê pêk hatîye. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîyona “Peymana sîvîl” alîkarê serokê lijneya bergirîyê û asayîşê Armên Xaçatryan, li ser weşana kompanyaya têlevîzîyona giştî  gotîye û destnîşan kir ku ev bawerîya wî ya hundirîn e.

 “Ji ber ku ez bawer nakim ku sêrvîsên taybet yan jî sazîyên ku ji ewlehîyê li Fêdêrasîyona Rûsîyayê berpirsîyar in, ew qas dûr û ne profêsîyonel bin ku bi dehan kes ji Ermenîstanê bên, perwerdehîyê bibînin û kes jê nizane, heqê wan distînin, çekan distînin û kes pê nizane. Li gorî bawerîya min ya navxweyî haya wan jê hebû”.

Xaçatryan da zanîn ku heger rayedarên Fêdêrasîyona Rûsîyayê ji vê yekê nizanibin ev yek behsa pirsgirêkeke pir mezin dike. “Ev nîşan ku ew organên têkildar   bi rastî ne aîdê wan in û ne li cîhê xwe ne, heke nizanibin ji cîhê xwe dûr in. Û heger zanibin û her tişt bi destûr û rêxistina wan hatibe kirin, jixwe ev pirsgirêkek cuda ye û di bingeha vê pirsgirêkê de pirsgirêkên cidî yên sîyasî û dîplomatîk derdikevin holê. Niha ji bo bersiva van egeran lêkolîn tê kirin, lê bi her awayî dema ku ew şopek dibêjin, şop çawa xuya dike? Li Rûsîyayê tên perwerdekirin, li baregeheke leşkerî ya taybet tên perwerdekirin, mûçeyeke dîyar distînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button