
Serok Mesûd Barzanî 21 ê îlonê pêşwazî li konsûlê giştî yê Rûsîyayê li Hewlêrê Maksîm Robîn kirîye.
Li gor daxuyanîya baregeha Barzanî, di civînê de rewşa sîyasî û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha ronahî hate xistin ser hilbijartinên bê yên parlamêntoya Kurdistanê di meha cotmehê de, pêwendîyên di navbera hökömeta Herêma Kurdistanê û hökömeta Îraqa Fêdêral de û encamên erênî yên serdana vê dawîyê ya serok Barzanî bo Bexdayê.
Her di hevdîtinê de, behsa peywendîyên dîrokî û dostanîya kevnar ya gelê Kurdistanê û gelê Rûsîyayê û qonaxên girîng yên vê peywendî û dostanîyê hate kirin. Konsûlê giştî yê Rûsîyayê li Hewlêrê tekez kir, dostanî û peywendîyên di navbera her du welatan de, di bin her şert û mercî de wê berdewam bin.







