H’emû nûçeSereke

Dora pirsên  vekirina konsûlxana Fransîyayêye li Syûnîkê di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda xebatên pêwîst tên kirinê: wezîreta karên der

Dora pirsên  vekirina konsûlxana Fransîyayêye li Syûnîkê di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda xebatên pêwîst tên kirinê.Derbarê wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine. Factor.am ê cêribandibû bida zelalkirinê, ku gelo ji Fransîyayê daxwez hatibû kirinê bona ku li Syûnîkê kornsûlxane bê vekirinê.

Em bîr bînin, wekî sala derbazbûyî, li parlamênta Fransîyayê, wezîra Fransîyayêye karên der Katrî Kolonayê elam kiribû ku Fransîya bona parastina ermenîya çi dike û ew têra dibîne li qeza Ermenîstanêye Syûnîkê konsûlxanê veke.

Parlamêntvana ji partîya “ Peymana sîvîl”, ya ji qeza Syûnîkê, Marîna Xazaryanê gotibû,wekî ji wezîreta karên der gotine wê wekî Fransîyayê li Syûnîkê wê konsûlxanê veke û ewê li bajarê Gorîsêbe. Xêncî Fransîyayê, alîyê rûsa jî elam kiribû wekî li Syûnîkê wê konsûlxana Rûsîyayê bê vekirinê. Sala 2022 a li Syûnîkê konsûlxana Îranêye sereke hatîye vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button