H’emû nûçeSereke
Nûnerên parastina neteweyî ya Kanzasê li Ermenîstanê mijarên başkirina kadroyên çawîş nirxand

Ji 9 a heta 20 ê îlonê nûnerên cerdevanîya neteweyî ya Kanzasê li Ermenîstanê bûn, ku bi nûnerên hêzên çekdar yên Komara Ermenistanê re li ser mijarên perwerdekirin û pêşdebirina kadroyên çawîş nîqaş kirin. Ev yek ji balyozxaneya Amêrîkayê ya li Ermenîstanê ji News.am ê re ragîhand.
Bernameya “Phoenix Platoon” ev 8 sal in berdewam e û li ser damezrandina korpûseke çawişê pispor, her wiha baştirîn pratîkên plansazîyê û rêberîyê radiweste.







