Yekîtîya Avropayê ji bo vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê hewl dide:Safrastyan

Serokê lijneya dahata dewletê Rûstam Badasyan sefîrên welatên Yekîtîya Avropayê li nuqteya kontrolê ya Margarayê qebûl kir. Nûjenkirina binesazîyên xalên kontrolê, rêgezên sereke yên rêformên gumrikê, di nav wan de hêsankirina bazirganîyê, dîjîtalîzekirin û nûjenkirina binesazîyê, her wiha projeyên ku di çarçoveya hevkarîya navneteweyî de hatine bicihkirin û destkeftîyên hatine tomarkirin, hatin raber kirin. Pispor wê serdanê ne tesadûfî nabînin û rê nadin ku Enqere hin gavên ne bingehîn bavêje da ku ji civaka navneteweyî re nîşan bide ku ew jî amade ye ku têkilîyên bi Ermenistanê re sererast bike.
Akadêmîkos Rûbên Safrastyan di wê bawerîyê de ye ku Yekîtîya Avropayê ji bo vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê hewl dide. Li ser serdana balyozên Yekîtîya Avropayê bo xala kontrolê ya Margarayê jî, wî ji “Radîolûr” re eşkere kir ku dibe ji ber hevdîtina îhtîmal ya Paşînyan-Êrdogan li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û herwiha beşdarbûna serokên Ermenîstan û Tirkîyayê di çarçoveya 79 a de civîna civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Nyû Yorkê.
“Armanca serdanê ya berîya hevdîtinê ew e ku nîşanî Tirkîyayê bide ku Yekîtîya Avropayê dixwaze di zûtirîn dem de xala kontrolê dest pê bike, ji ber ku her kes dizane ku Tirkîya naxwaze sînorên asayî hebe û bi Ermenîstanê re peywendîyan saz bike”. Ez difikirim ku ew bi wê re heye.
Lê ez wisa difikirim ku wê liv û tevger çênebe, ji ber ku Êrdogan bû yê ku gelek caran gotibû ku tenê piştî îmzekirina peymana aşîtiyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de wê tevgerek cidî çêbibe. Ji ber vê yekê li benda guhertineke cidî ya di têkilîyên ermenîya-Tirkîyayê de, înîsîyatîveke ji alîyê Tirkîyayê ve, ti wateya wê nîne”.
Akadêmîkos Safrastyan, lê nahêle ku Tirkîya ji bo ku nîşanî cîhanê bide ku ew amade ye ku têkilîyan normal bike û sînor veke, hin gavên ne bingehîn bavêje.
“Lê nabe ku ji bo ku nîşanî cîhanê bide, li Nyû Yorkê ku wê serokên gelek welatên cîhanê lê bin, nîşan bide ku Tirkîya di warê asayîkirina têkilîyên bi Ermenistanê re xwedî helwestek çêker e”. Ev jî tê wateya avakirina hevkarî û aşîtîyê li herêma Kafkasya Başûr. Dibe ku ji alîyê Tirkayayê ve gavên ne prînsîp û ne girîng hebin, ez rê nadim ku piştî hevdîtinê gavên biçûk bavêje. Lê ez bawer nakim ku ew ê bi Ermenîstanê re têkilîyên tam saz bike, sînoran veke. Ez wisa difikirim ku ew ê li benda îmzekirina peymana Ermenîstan û Adirbêcanê bimîne. Dibe ku sînor ji welatîyên welatên sêyemîn re bê vekirin, lê ez bawer nakim Tirkîya tiştekî wisa bike. Heger tiştekî bike, divê ji Ermenîstanê hinek tawîz bixwaze”.
Balyozên welatên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê bal kişandin ser nûjenkirina binesazîya nuqteya kontrolê û her weha taybetmendîyên kontrolkirina sînoran, bi hangara kontrolê ya kûr ya çêkirî, pavyonên ji bo amadekirina kargoyê, binesazîya bi alavên têknîkî yên nûjen û li gorî standardên navneteweyî hatine çêkirin.
Tirkzan Mûşêx Xûdaverdyan bi bîr xist ku ne tenê xala kontrolê ya Margarayê amade ye. Ji bo temîrkirina pira Anî jî xebat hatin kirin. Lê dîsa jî bal kişand ser danûstandinên Ermenîstan-Adirbêcanê yên derbarê vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê de. Pisporê tirk dibêje, eger peymaneke hevbeş bê îmzekirin, wê sînor bê vekirin û her wiha bi bîr dixe ku xalên peymana aşîtîyê bi giştî li ser lihevhatin in û mirov nikare di wî warî de tevgerekê jî red bike. Tirkzan Mûşêx Xûdaverdyan di wê bawerîyê de ye ku vekirina sînorê Ermenîstan û Tirkîyayê wê bibe gavek pir girîng û dê xwedî wateyeke mezin be.
“Ez wek tirkzan alîgirê vekirina sînoran im, ji ber ku ez dibînim ku garantîya sereke ya ewlehîyê ye, yanî heger sînorên vekirî hebin şer namîne û têkilîyên aborî û bazirganî hebe. Û bazirganî wê bibe alîkar ji bo bilindbûna aborî, ji ber vê yekê ez alîgirê vekirina sînor me. Berevajî vê, ger sînor bê girtin, Ermenîstanê di van 30 salên dawî de tenê winda kirîye. Me winda kir, ji ber ku rewşa şer li ser sînoran hebû, Ermenîstan li derveyî çend projeyên navneteweyî ma, wek nimûne, gelek borîyên pêtrolê, borîyên gazê, rêyên hesinî, ku rîya herî kurt di nav axa Ermenîstanê re derbaz dibû, niha. Ew di nav axa Gurcistanê re derbaz dibe, ku dibe ku byûcêya Ermenîstanê bi mîlyonan dolar qezenc bike”.
Piştî şerê 44 rojan, dema ku behsa vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê hat kirin, nûnerên ermenî û tirk Rûbînyan û Kiliç 5 caran rastî hev hatin. Herî dawî di 30 ê tîrmeha îsal de li xala kontrolê ya Margara-Alîcan li ser sînorê her du welatan hevdîtin pêk anîn. Dubare tekezî li ser pêwîstîya cîbicîkirina rêkeftinên di civînên berê de kirin.
Derbarê vekirina sînor ji bo welatîyên welatên sêyemîn û xwedîyê pasaportên dîplomatîk bû, lê heta niha ti tevgerek di vî warî de çênebûye.
Her wiha bal hat kişandin ser lihevkirina ku pêvajoya çareserîyê bê şert û merc berdewam bike.







