
Civînên dora guhartina klîmayê, yên Organîzeya Netewên Yekbûyî, eva îdî sala 3 emîne ku ser hev li welatê dîktatorî tên derbazkirinê.Niha jî dîsa li welatê dîktatorî civîn tê pêkanînê, li kîderê azaya xeberê û berevbûnên welatîyên wêye edil tên sînorkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda nava gotara organîzeya mafparêz Human Rights Watch ê da hatîye dîyarkirinê.Hatîye bîranînê wekî civîna bi sirê wê ji 11 a hetanî 22 ê mijdarê li paytextê Adirbêcanê Bekûyê bê derbazkirinê.
Gotarêda hatîye dîyarkirinê,wekî hukumatên ku beşdarî civînê dibin gerekê borcdarîyên xweye hindava mafên mêriv biqedînin.
“Civînên dora guhartina klîmayê, yên Organîzeya Netewên Yekbûyî, eva îdî sala 3 emîne ku ser hev li welatê dîktatorî tên derbazkirinê”,- parêzerê organîzeyêyî êkolocî Mîrto Tîlîanakî gotîye û serda zêde kirîye wekî hukumatên ku li Adirbêcanê beşdarî civînêbin, gerekê bona peyameke zelal xwe amadekin wekî gavên bona klîmayêye bi heqî dewa beşdarbûna dengên serbixwene.
Human Rights Watch ê usa jî daye dîyarkirinê,wekî desthilatdarîya Adirbêcanê ya avtorîtare, ya ku pircûretîya fikira qebûl nake û nava van mehên dawîda li ser rojnamevanên serbixwe û aktîvîstên sîvîl tehsîr dike.Hatîye gotinê, wekî nava girtîyada usa jî aktîvîstek heye, yê ku dijî ruşetxwerinê şerkarîyê dike.
“Hukumat gerekê îzinê nedine Adirbêcanê ku ew tabîya xweye çawa cîhê civînê, berfirehbûna deranîna ardû berdewam bike û cedandinên parastina mafên mêriv biteribîne”,-Tîlîanakî gotîye.







