
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan û seroka parlamênta Adirbêcanê Sahîba Gafarova wê wextê civîna yekîtîya parlamêntaye li Cênêvayê hevdîtina dualî pêk bînin, bona ku cedandinên bo aşîtîya li herêmê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda berdevkê yekîtîya parlamênta Tomas Fîsîmons gotîye RÎA Novostî ê.
“Nava dorana civîna yekîtîya parlamêntaye li Cênêvayê, ya ku ji 13 a hetanî 17 ê cotmehê wê pêk bê, hevdîtina serokên parlamêntên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê pêk bê.
Roja hevdîtinê hê eyan nîne.Armanca hevdîtina wan bona wê yekêye ku cedandinên bona aşîtîya li herêmê gotûbêj bikin”,- ewî gotîye.
Serokên parlamêntên herdu welata 16 ê gulanê rastî hevdu hatibûn.







