Haykanuş Mkrtçyana 23 salî wê di pêşbirka Miss Grand Internationale de Ermenîstanê raber bike

Miss Yerevan Production nûnera dêlêgeya Ermenistanê ya di pêşbirka bedewiya navneteweyî ya Miss Grand Internationale de ye, ku îsal Haykanuş Mkrtçyana 23 salî ye, ku bi pîşeyê şêwekar û şêwekarê modayê ye. Pêşbirk wê li Kamboçyayê û Taylandê bê lidarxistin.
2 ê cotmehê de, Haykanuş wê biçe pêşbirka Miss Grand Internationale, ku armanca wê ew e ku herî baş dîrok, çand û kevneşopiyên welatê me raber bike. Di pêşbirkê de wê dêlêgeya me derbarê Ermenîstanê de gelek mijarên girîng bîne ziman û bala raya giştî ya navneteweyî bikişîne.
Ji bo amadekirina tam ya Haykanûşê Miss Yerevan Production hate kar kirin û pisporên herî baş yên defile, exlaq û xuyangê pê re xebitîn. Li gorî pisporan, nûnerê îsal xwedî derfetên mezin e ku bi awayekî serkeftî performansê bike û welatê me li qada navneteweyî bilind bike.







