Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa pirsa cîhwarkirina sînorxweykirên ermenîda, dewsa sînorxweykirên rûse li ser sînorên Tirkîyayê û Îranê, daye dîyarkirinê

9 ê îlonê, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa sînorxweykirên rûse li ser sînorên Îranê û Tirkîyayê fikir elam kiribû û gotibû, wekî dora wê pirsê gerekê bifikirin.
“Feqet, ev yek pêşnîyare û nava êtapa gotûbêjkirinêdane”,- serokê parlamêntê gotibû.
Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê bersiva elametîya Alên Sîmonyan dabû. Bi gotina Zaxarovayê, dûrketina sînorxweykirên rûs, ya ji axa Ermenîstanê, wê bi cûrê xirab li ser ewlehîya Ermenîstanê tehsîrke.
Factor.am berbirî wezîreta karên der bibû û cêribandibû pê bihese ku gelo pirsa dûrketina sînorxweykirên rûs û cîhwarkirina sînorxweykirên ermenî tê gotûbêjkirinê, yan na?
Çawa bersiva vê pirsê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên der gotine: “Înformasîyayên derheqa pirsên ku bin bandora wezîreta Ermenîstanêye karên derdanin û tabîyên anegor bi fermî nava çapemenîyêda tên belavkirinê”.
Nîkol Paşînyanê serokwezîr jî 11 ê tebaxê li parlamêntê derheqa têma sînorxweykirada xeberdabû. Ewî bi taybetî gotibû wekî roja îroyîn Ermenîstanê qirar kirîye ku sînorxweykirên rûs li Ermenîstanêne, lê sibê dikare qirarke ku ew li vir nîbin.







