H’emû nûçeSereke

Em hêvî dikin ku hevkarîya bi Ermenîstanêr re di warên cuda de qewîn bikin: cîgirê wezîrê karên der yê Ukraînayê /vîdyo/

Bi minasebeta roja serxwebûna Ermenîstanê li sifareta Ermenîstanê ya li Kîyêvê rêsêpsîyoneke fermî hat lidarxistin. Mêvanê rêzgirtinê cîgirê wezîrê karên der yê Ûkraînayê Yêvhên Pêrêbîynîs bû.

Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Ûkraînayê da zanîn ku di çalakîyê de nûnerên wezîreta karên der ya Ûkraînayê, parlamêntar, serokê Dîyaneta Ûkraînayê  Markos Yêpîskopos Hovhannîsyan, balyoz û dîplomatên li Ûkraînayê, pêrsonalên leşkerî, nûnerên Ûkraînayê civaka ermenî, zanyarên sîyasî û rojnamevan  amade bûn.

“Pabendbûna me ya ji bo nirxên dêmokratîk- berpirsîyarîya hukumetê, rêzgirtina ji mafên mirovan û serwêrîya qanûnê  ne tenê mijarek rêveberîyê ye. Ew bingeha ku serwêrîya miletên me li ser wê ye. Hem li Ermenîstanê û hem jî li Ûkraînayê, dêmokrasî xebateke rojane ye, doza ku gelên me ji bo wê têdikoşîn, her çend li hember dijwarîyên mezin jî bin.

Dêmokrasî, daxwazên avropî daxwaz û armancên me yên hevpar in û em piştrast in ku em bi hev re dikarin wan bi dest bixin, ji ber ku ew ne tenê pêşanînên hukumetên me ne, di heman demê de daxwazên gelên me bi zelalî hatine eşkere kirin”,- balyoz Vladîmîr Karapêtyan di axaftina xwe ya bixêrhatinê de behs kirîye.

Alîkarê wezîrê karên der yê Ûkraînayê Yêvhên Pêrêbîynîs di axaftina xwe de bi taybetî behs kir:

 “Pêwendîyên navbera gelên ûkraîna û ermenîya xwedî dîrokeke dirêj e. Koka wan digîhêje serdemên kevinar û her tim li ser dostanî û rêzgirtina ji hev ava bûye. Bi sedsalan re me têkilîyên xwe yên çandî, sîyasî û aborî qewîn kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button