Ji hilbijartina 40 roj pêşda Kamala Harîs destpê dike ber dilê cimeta ermenîye li Amêrîkayê bê: komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê

Kandîdata serokên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya ji partîya dêmokrat Kamala Harîs, girêdayî roja serbixwetîya Ermenîstanêra, peyamek bona ermenîyên Amêrîkayê belav kirîye. Nava peyama xweda Harîsê derheqa piştgirîya hindava mafê qerebaxya daye dîyarkirinê ku ew bikaribin vegerine malên xwe. Ewê usa jî gotîye, wekî ew gerekê tu cara komkujîya Ermenî bîr nekin û pêra jî gerekê piştgirîya xweye hindava serbixwetîya Ermenîstanê û cînarên wê û qedirgirtina yekîtîya axê bidine kifşê, bona ku bighîjine aşîtîyê. Derbarê wê yekêda ji ofîsa data Ermenî elam kirine.
Bi axaftina derheqa elametîya Harîsêda, serokê ofîsa data ermenîye li Waşîngtonê, Aram Hambaryan gotîye: “Bona Kamala Harîsê saleke tam hebû, bona ku derheqa mafê qerebaxyada bigota, lê ewê derheqa wê yekêda 40 roj berî hilbijartina gotîye, bona ku ermenî dengên xwe bidine wê. Admînîstrasîya Harîsê dorpêçkirina Adirbêcanê daye sîlihkirinê, ya ku êrîş birîye ser Arsaxê û dema ku Adirbêcanê agrêsîya dijî Qerebaxê destpê kir, lê dijî wê yekê tu elametîk nehate belavkirinê.Wextê kompanîya hilbijartina jî ewê tu tişt derheqa sekinandina sîlihkirina Adirbêcanêda negotîye û nedaye dîyarkirinê jî wekî bona xirabkarîyên xwe Bekû gerekê ber cabdarîyê bisekine.Şuxulkarên sîyasî, kandîdatên serokê welêt û yên mayîn, nikarin tabîya vî cûreyî bigrin û xwe çawa dostên ermenîya bidine kifşê, lê nikarin Elîyêv bînin ber cabdarîyê, yan jî agrêsîya azêrîya bidine sekinandinê”.
Çend hevtê pêşda komîsîya data Ermenî admînîstrasîyayên Donal Tramp û Co Bayên rexne kiribû. Komîsîyayê gavên konkrêt pêşnîyar kiribûn û gotibû wekî alîkarîya amêrîkîye bo Adirbêcanê gerekê bê sekinandinê, mafê paşdahatina cimeta Qerebaxê bê parastinê û penaberên Qerebaxê piştgirîya hûmanîtarî bistînin.
Nava êtapa hilbijartinaye nihada, ermenîyên Amêrîkayê dikarin roleke girîng nava encamên hilbijartinên serokatîyêda bilîzin, bi taybetî li çend ştata, li kîderê dengên kandîdata nêzîkî hevdune, bi taybetî li Arîzonayê, Corcîyayê, Mîçîganê, Nêvadayê, Karolîna Bakûr, Pênsîlvanîyayê û Vîskonsîyê, li kîderê dîyasporayên ermenîya mezinin.







