H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der rastî cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên kontrolkirina sîliha û ewlehîya navneteweyî, hatîye

Nava dorana civîna Organîzeya Netewên Yekbûyîda li Nyû Yorkê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî cîgira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên kontrolkirina sîliha û ewlehîya navneteweyî, Bonnî Cênkînsê hatîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî ji wezîreta karên der elam kirine wekî gavên bona pêşxistina hevkarîya dualîye stratêcî hatine gotûbêjkirinê.

Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê wekî Ermenîstan qîmet dide piştgirîya amêrîkîye bona werguhastinên dêmokratîk û ya li ser rêya pêşkeftina welêt.

Xeberdan usa jî derheqa pirsên bona herdu alîya hewaskar çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button