H’emû nûçeSereke
Piştgirîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê bi 130 mîlyonîva zêdebe û bighîje 250 mîlyonî

Wextê civîna hukumatê, begemî dane dokûmênta 10 ê îlonêye îmzekirî, ya bona hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda.
Bi vê guhartinê, piştgirîya amêrîkî wê bi 130 mîlyon dolarîva zêdebe û bighîje 250 mîlyon dolarî.
Perê zêdekirî wê bona govekên girîng bêne xerckirinê, yên mînanî serkarîkirina rîska qezîya, govekên xurek û ênêrgêtîkî, hevkarîya herêmî û kirîn-frotanê, pêvajoyên dêmokratîk û pêşketina êkonomîkî.
Em bêjin,wekî hukumata Ermenîstanê ji sala 1992 a da tevî ajansa amêrîkîye navneteweyî hevkrîyê dike.
Dikevine nava bernamên ajansa amêrîkî govekên dêmokrasîyê û serkarîkirinê, pêşketina êkonomîkî û kirîn-frotanê, ênêrgêtîkayê û govka avê, saxlemîxweykirinê, goveka parastina sosîyalî, fînansî û sêktora şexsî.







