H’emû nûçeSereke

Hindistanê armanc kir ku bi lez peymana peydakirina moşekên Pralay ji Ermenistanê re pêk bîne

Niha Hindistan daxwaza Ermenîstanê ya dayîna mûşekên Paralay dinirxîne.Derheqa wê yekêda Indian Defense Research Wing li ser wê dinivîse.

“Meha hezîranê hat ragihandin ku Ermenîstan bi pêşniyara kirîna mûşekê nêzîkî Hindistanê bûye da ku Adirbêcanê pergala LORA ya Îsrayelê bikire. Tê îdiakirin ku sîstema LORA  cotmeha sala 2020 î li Qerebaxê ji aliyê Adirbêcanê va hatiye bikaranîn.

Wek endamek ji rejîma kontrolkirina têknolojiya mûşekan, Hindistan pêdivî ye ku hinardekirina mûşekên bi menzîla 300 kîlotrî yan zêdetir û giraniya barkirinê 500 kîlogiram yan zêdetir kontrol bike. Di vî warî de divê Hindistan mûşeka Paralay bi kêmkirina mezîla wê li Ermenistanê biguncîne.

Tê gotin ku Hindistanê daxwaza Ermenîstanê ya ji bo tedarikkirina Paralay qebûl kiriye jî, ev peyman hêj bi dawî nebûye. Lê dibe ku di demek nêzîk de peymanek çêbibe, digel ku piştrastîyên hindî îhtîmala peymanek bilez destnîşan dikin.

Pralay mûşekeke balîstîk e, ku ji erd-ezmînê menzîla kin e, bi fuzeya hişk e. Dikare hedefên 150-500 kîlometrî dûr bixin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button