H’emû nûçeSereke

Meha kanûnê forûma Global ya dijî xirabkarîya Komkujîyê wê li Ermenîstanê pêk bê:Vahan Kostanyan

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan li Nyû Yorkê, wextê axaftina xweye li civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya beşa hevdîtina koma dostên Sîvîlîzasîyon, derheqa halê li herêmê xeberdaye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî nenihêrî wê yekê ku hukumata Ermenîstanê rojeva aşîtîyê pêşda  dikişîne, înformasîyayên nerast, cedandinên bona aşîtî û qewînbûna li Kafkasîya Başûr didine teribandinê.

Cîgirê wezîr gotîye wekî belavkirina înformasîya nerast li ser bingeha rasîzmê û êtnîkî menîya bona teribandinên mafên mêriv pêşda tîne. Li rex kirinên wî cûreyî, usa jî tunekirina mîrata ermenîye çandî tê kirinê û civaka navneteweyî bûye şedê wan mînaka.

Vahan Kostanyan gotîye,wekî 12-13 ê kanûnê li Ermenîstanê wê forûma Global, ya dijî xirabkarîya Komkujîyê, wê bê organîzeykirinê.

Cîgirê wezîrê karên der usa jî derheqa forûma navneteweyîda, ya “Dîyaloga Yêrêvanê”, xeberdaye, nava dorana kîjanêda rola dîyaloga ruhanî, pêşxistina mafên mêriv û parastina mîrata çandîda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button