
Serokê Ukraînayê Vladîmîr Zêlênskî ku çûye Nyû Yorkê wê “Plana serketinê” raberî serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên bike. Serokê Ukraînayê Valadîmîr Zêlênskî di hevpeyvîna xwe ya bi ABC re gotîye: “Dawiya şerê ku ji aliyê Rûsîyayê ve hatiye destpêkirin ji gelek kesan nêzîktir e. Ewî gotîye ku plana serketinê ya ku ew ê roja pêncşemê raberî serokê Amerîkayê Co Baydên bike, bihêzkirina Ukraînayê ye. Li gorî serokê Ukraînayê, plana aşîtiyê ne li ser danûstandinên bi Rûsîyayê re ye.
“Tenê ji opozîsîyona hêzê em ê karibin bi rêya dîplomasîyê Pûtîn ber bi aşîtîyê ve bibin” ,-ewî gotîye.Çawa ev yek mimkûn e, heta çi radeyê Rojava amade ye ku piştgirîya Ûkraînayê bike ta radeya ku serkeftinek bê tomar kirin, da ku destûrê bide karanîna çekên dûravêj ji bo lêdana nestên stratêjîk yên kûr li Fêdêrasîyona Rûsyayê? Balyozê berê yê Ûkraînayê li Ermenîstanê, ermenîzan Alêksandr Bojko ji Factor TV re ragihand ku plana ku serokê Ûkraînayê behs kirîye nehatîye weşandin û kêm agahî hene, lê mirov dikare bifikire ku fikra sereke ya wê planê çi ye.
“Bi kurtasî em ji hevkarên xwe yên amêrîkî û avropî daxwaz dikin ku alîkarîya me bikin ku di vî şerî de bi ser bikevin. Wateya wê çi ye ku ew dikarin Rûsîyayê neçar bikin ku ji bo danûstandinan rûnê? Bê guman emê zû yan dereng li ser maseya gotûbêjan rûnên, ji ber ku divê şer bi danûstandin û îmzekirina belgeya aşîtîyê bidawî bibe. Lê pir girîng e ku ev danûstandin ne bi daxwaza Fêdêrasyona Rûsîyayê, wek ku Pûtîn xeyal dike, lê divê berjewendîyên Ûkraînayê jî li ber çavan bên girtin. Bernameya ku Zêlênskî behs kir li ser wê yekê ye ku Ûkraîna dawîya şer çawa dibîne. Em dawîya şer usa dibînin ku Fêdêrasîyona Rûsîyayê leşkerên xwe ji Ûkraînayê vedikişîne û em dikarin herêmên dagirkirî ji Ûkraînayê vegerînin. Ew ramana me ya yekem ya di derbarê dawîya şer de ye”,-Alêksandr Bojko gotîye. Baydên pirsek li ser radestkirina çekan ji bo lêdana armancên dûrdirêj hat pirsîn. Ewî gotîye ku biryareke wiha tune. Bojko di wê bawerîyê de ye ku biryara erênî ya Dewletên Yekbûyî dikare rewşa qada şer biguherîne.
“Tenê bi rêyên dîplomatîk ne pêkan e ku Rûsîya neçar bike ku li ser maseya mûzakereyê rûnê û di asteke wekhev de danûstandinan bike, biaxive û li ser aşîtîyê li hev bike. Pûtîn beşeke mezin ji Ûkraînayê dagir kirîye, em ê wî neçar bikin ku tenê bi zorê hesabê me bike. Rûsîya tenê ji mafê hêzê fam dike, ne ji hêza qanûnê. Ûkraîna ji Rojava re hewce dike ku çekên nûjen peyda bike, destûrê bide me ku em bombebaran bikin, di kûrahîya Fêdêrasîyona Rûsîyayê de tesîsên pir girîng lêxin, mînakî dêpoyên çekan. Em dikarin vê yekê bikin û çend caran jî em bi ser ketine, lê têrê nake. Mixabin hevkarên me rê nadin ku em mûşekên bi hêz yên ku raberî me kirine ji bo vê yekê bikar bînin. Em vê yekê tenê bi çekên xwe yên ne ewqas bi hêz dikin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku Zêlênskî di hevdîtina bi Baydên re dikare serokê Dewletên Yekbûyî razî bike ku vê rewşê li ber çavan bigire. Daxwaza me ev e. Pûtîn nêçîrvanek e, ew dixwaze bi şer herêmên Yekîtîya Sovyêtê vegerîne. Ew ê li Ûkraînayê nesekine. Divê Rojava ji me re bibe alîkar ku em bi ser bikevin, tama şer tam kirîye, wekî nêçîrvanek tenê bi Ûkraînayê têr nabe”.







