H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  wê bawerîyê de ye ku Tirkîya dikare Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê  li ber êrîşan bigire: axaftina Êrdogan di wê çarçoveyê de ye: Tîgran Grîgoryan

Civîna 79 emîn ya lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Nyû Yorkê da, piştî civîna wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê ku bi înîsîyatîva wezîrê karên der yê Amêrîkayê Êntonî Blînkên hat lidarxistin, peyamek hat belavkirin û hat gotin ku “alîyan li ser veberhênana zêde li hev kirin hewldanên di peymana avakirina aştî û têkilîyên navbera dewletan de “ji bo mohrkirina di demeke herî kin de”. Blînkên pêşkeftina Ermenîstanê û Adirbêcanê di warê avakirina aşîtîyeke mayînde û bi rûmet de bi xêrhatin kir. Blînkên bang li her du welatan kir ku ji bo dawîkirina peymanê di zûtirîn dem de hewl bidin. Wezîrê karên der yê Amêrîkayê tekez kir, ku rêkeftina aşîtîyê wê aramî û geşepêdanê bîne navçeyê. Encama vê hevdîtinê çi ye?

Serokê navenda herêmî ya dêmokrasî û ewlekarîyê, pisporê sîyasî Tîgran Grîgoryan, li gorî rapora hevdîtinê, tu encameke taybet nabîne û li hêvîya tu tiştî jî nebû. “Encam rastîya hevdîtinê ye. Amêrîkîyan ev çend hevtê ne amadekarîya civînê dikin. Serdanên vê dawîyê yên berpirsên amêrîkî girêdayî bi rêkxistina wê civînê bû. Lê wek ku em dibînin tu encameke obyêktîv derneketîye û me berê jî gelek caran ew daxuyanî bihîstiye”,-ewî gotîye.

Êrdogan piştî hevdîtina bi Nîkol Paşînyan re gotîye ku Tirkîya piştgirîya îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de û avakirina peywendîyên cînartîyê dike û di vî warî de hewlên pêwîst dide. Dema em li nêzîkatîya birêz Paşînyan dinhêrin, ne di halekî neyînî de ye”. Êrdogan dîyar kir ku Yêrêvan çaverê dike ku piştgirîya Enqereyê bi lez û bez bigihêje peymana aşîtîyê. Serokkomarê Tirkîyayê gotîye: “Em di wî warî de hewl didin”. Gelo ev daxuyanîya Êrdogan dikare wek eşkerebûna sohbeta wî ya bi Paşînyan re bê hesibandin?

 “Zehmet e ku mirov bêje wan li ser çi axivîne, di derbarê tiştên ku wan gotûbêj kirine  hûrgilî tune. Dewletên Yekbûyî di wê bawerîyê de ye ku divê Tirkîya di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze û di van demên dawî de li ser vê yekê difikirin. Nêzîkatîya Amêrîkayê di sala dawî de ew e ku Adirbêcan gihîştîye armancên xwe, her daxwazek ji bo Ermenîstanê divê wek dîyardeya serdestîyê bê hesibandin û Tirkîya jî di gihandina vê peyamê de ji bo Bekûyê jî rola xwe bilîze. Lê dîyar e heta ku di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de cudahî hebin, Enqere wê piştgirîya Bekûyê bike”. Tîgran Grîgoryan di wê bawerîyê de ye ku eger Adirbêcan ji herêmên ku Ermenîstanê dagir kirine vekişe, wê di pêvajoya ermenîya-Adirbêcanê de behsa tevgera rastgir jî bê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button