Li Ermenîstanê navenda îranîye kirîn-frotanê, ya li dinîyayêye here mezin, hatîye vekirinê

Li Ermenîstanê navenda îranîye kirîn-frotanê, ya li dinîyayêye here mezin, hatîye vekirinê.Beşdarî vekirinê bûne wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan, nevsên mayîne fermî, wezîrên ji Îranê û baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî.
Wextê vekirinê, Mehdî Sobhanî gotîye wekî ew yek bona wan qedirekî mezine ku li Ermenîstanê navenda here mezin vekin û ew yek şedetîya derheqa dostîya tevî Ermenîstanê dide.
“Ez hêvîdarim,wekî bi saya merkeza îranîye kirîn-frotanê wê qewateke nû bidine pêwandîyên herdu welataye êkonomîkî û kirîn-frotanê.Pêwandîyên nava govekên êkonomîkî, transportê û ênêrgêtîkîda, yên di navbera herdu welatada wê kapîtala mezin sazkin. Kirîn-frotana di navbera Îranê û Ermenîstanêda gelekî pêşda çûye û ez hêvîdarim,wekî vekirina merkezê wê zêdetir alî wê yekê bike. Em li ser wê tabîyêne wekî nava hemû govekada pêwandî pêşda herin”,- baylozê Îranê gotîye.
“Serokên herdu welata bona zivira eşîyaye di navbera herdu welatada hetanî sê mîlyard dolar kifş kirine û em gerekê hewil bidin ku ew yek bibe rastî”,- bayloz gotîye.







