H’emû nûçeSereke

Polîsên sûcdar yên pêşerojê bi ezmûna FBI ya Dewletên Yekbûyî re hatin nas kirin

Pêvajoya perwerdekirina polîsên sûc bi mêtodolojîya nû ya perwerdeyê ber bi dawiîyê ve diçe. Ji bo zêdetir pêşdebirina şîyanên xwe yên pîşeyî û pevguhertina ezmûnan, polîsên sûc bi hevkarên byûroya vekolînê ya fêdêral, sêrvîsa ewlekarîyê ya balyozxaneya Dewletên Yekbûyî û ofîsa daîreya lêpirsînê ya tawanan re têkilî danî.

Di çarçoveya mijarê de, atîşeyê FBI Alêks Tîsay di çarçoveya pêvajokirin, pevguhertin û bikaranîna agahîyên opêrasîyonê de erk û ezmûna sereke ya byûroya vekolînê ya fêdêral ya wezîreta dadê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê   raber kir.

Serokê kompleksa perwerdeyê ya wezîreta karên navxweyî Manûk Mûradyan tekezî li ser pevguhertina ezmûnan bi hevkarên navneteweyî re wekî pêkhateyek girîng di proseya perwerdeyê de kir û tekez kir ku ew wê bibe alîkar ji bo pêşvebirin û bihêzkirina şîyanên pîşeyî yên efserên polîsên tawankar yên pêşerojê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button