
Serok Mesûd Barzanî 30 ê îlonê pêşwazî li balyozê Rûsîyayêyî li Îraqê Îlbrûs Kûtraşêv kirîye.
Baregeha Barzanî ragîhand, balyozê Rûsîyayê aramî û aşîtîya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragîhand ku welatê wî girîngîyeke mezin dide pêwendîyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.
Balyozê Rûsîyayêyî li Îraqê spasîya hukumeta Herêma Kurdistanê kir ji bo amadekarîyên girêdana konfêransa (rola rojhilatnasên rûs di nasandina pirsgirêka kurd û Kurdistanê de) bi hevkarî û hevahengîya di navbera nûneratîya Herêma Kurdistanê li Rûsîyayê, zanîngeha soran û peymangeha rojhilatnasîyê ya Rûsyayê de.
Li gor daxuyanîya baregeha Barzanî, konsûlê giştî yê Rûsîyayêyî li Hewlêrê Maksîm Rûbîn jî di civînê de amade bûye.
Her li vê hevdîtinê de, rewşa sîyasî ya Îraqê û Sûrîyayê, pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û kêşeyên li pêşîya aramîya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Pêwendîyên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Îraqa Fêdêral û hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê jî hatin guftugokirin.







