H’emû nûçeSereke

Em eleqedar in ku peymana aştîyê pêk bînin û em ê bixebitin ku ev peyman pêk bê: Alên Sîmonyan

Berovajîyê wê dibe. Dema em li ser her belgeyekê nîqaş dikin yan jî bi dengekî bilind nêrîna xwe di derbarê wê de tînin ziman, em pêşî lê dinhêrin ka ew dikare bibe sedema pirsgirêkeke bi Destûra me re yan na, paşê dadgeha destûra bingehîn biryara xwe dide. Bi tu awayî ne guncaw e ku bêalîbûnê bê pirsîyar kirin, ji ber ku ez dikarim gelek doz û mînakan bidim ku nêrîn û atmosfêra hukumetê û biryara dadgeha destûra bingehîn berovajî vê yekê bû, lê di vê rewşê de dema ku em behsa wê dikin. Pêvajoya qanûnî, xwezayî ye, dema em nîqaş dikin û ew kesên ku raste-rast di van nîqaşan de cîh digirin, em berê xwe didinê ku tiştekî ku berevajî Destûra me ye, ji nişka ve neqewime. Na, tiştekî wiha tune.

Serokê  parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li parlamêntoyê ev yek daxuyand û bersiva pirsa yek ji rojnamevanan da, ku gotibû gelo dadgeha Destûra bingehîn daxuyand ku danezana serxwebûnê ne wek destûra bingehîn e, gelo ev hewldanek e ku gumanên Bekûyê ji holê rakin?

Sîmonyan li ser pirsa gelo Adirbêcan nikare hincetên ku di destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê de li dijî Adirbêcanê îdîayên axê hene, destnîşan kir ku gelek caran bersiv hatîye dayîn.

“Di heman peymanê de, ku tê pêşnîyarkirin bê îmzekirin, tê gotin ku ev qanûn wê bê erêkirin, ji ber ku wê ji dadgeha destûra bingehîn re derbaz bibe û dadgeha destûra bingehîn wê encamnameyê bide ka ew qanûn tevdigere. Destûra bingehîn ya Ermenîstanê yan na: Heger destûra bingehî ew da, ewê din li ser çi ye? Peymana aşîtîyê dibêje ku ew ê di ser hemû belgeyên qanûnî re be, ji ber vê yekê ji hêla qanûnî ve ew dozeke pir bêbingeh e. Her weha, ez gotina serokwezîr dubare bikim, berevajî vê yekê, di destûra bingehîn ya Adirbêcanê de xaleke wisa heye ku ne tenê ji Ermenîstanê re, lê ji welatên din yên herêmê re jî îdîaya axê dike. Lê ji ber ku em di peymanê de dîyar dikin ku ev qanûn di ser qanûnên navxweyî re ne, em pirseke wiha nakin û îradeya me ya sîyasî jî îmzekirina peymana aşîtîyê ye”.

Ewî teqez kir ku kesên di nav pêkhateyên navneteweyî de ji xwe fêm kirine û divê Adirbêcanê jî ji niha ve peyam bi dest xistibe, ku îdîaya li ser destûra bingehîn pir bêbingeh e, ez rê nakim ku sibê sedemeke nû bibînin. Em eleqedar in ku peymana aşîtîyê pêk bînin û em ê bixebitin ku ev peyman pêk bê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button