Îran piştgirîya projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”, dike: Mehmed Riza Arif

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokê Komara Îranê Mehmed Riza Arif qebûl kirîye.
Serokwezîr bona qulixa nû birêz Arif pîroz kirîye û açixî bo wî xwestine.Nîkol Paşînyan gotîye,wekî pêşketina pêwandîyên Ermenîstanêye tevî Îranê pirseke hukumata Ermenîstanêye girînge. Serokwezîr tabîya Îranêye prînsîpyal, ya hindava yekîtîya axa Ermenîstanê, bilind qîmet kirîye.
Mehmed Riza Arif bona pêşwazîkirina germ spasî elam kirîye û girêdayî salvegera serbixwetîya Ermenîstanêra ew pîroz kirîye. Cîgirê serokê Îranê xeberên rêberê şorişa îslamî Sêyêd Elî Xamênêy wekilandîye û gotîye wekî Îran bi temamî yekîtîya axa Ermenîstanê diparêze û her guhartineke sînoraye li herêmê qebûl nake. Bi wê yekêva tevayî, ewî derheqa hevkarîya tevî Ermenîstanê xeberdaye.
Paşînyanê serokwezîr derbarê gotûbêjkirinên dora peymana Ermenîstanê û Adirbêcanêye aşîtîyê xeberdaye û derheqa projeya hukumata Ermenîstanêda, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” daye dîyarkirinê û gotîye wekî Ermenîstan amadeye li ser bingeha serbixwetîyê û wekehevtîyê rêyên tevgirêdana bide vekirinê.
Sirîya xweda cîgirê serokê Îranê gotîye,wekî welatê wî piştgirîyê dide projeya hukumata Ermenîstanê, ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê”.
Fikir usa jî dora pirsên mayîn hatine pevguhartinê.







