H’emû nûçeSereke

“Xaçerêya aşîtîyê” dikare alî pêşketina pêwandîyên di navbera welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bike

Beşdarbûna Îranêye  tevî hevkarîya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî mecalên hevkarîya êkonomîkî dide berfirehkirinê û layîqî piştgirîya meye. Derbarê wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî gotîye.

Bi silavkirina dêlêgasîyayên Kûbayê û Ûzbêkîstanê, Paşînyan gotîye wekî roja îroyîn tevî Ûzbêkîstanê plana salên 2024-2026 a gerekê bê îmzekirinê û ew yek wê alî berfirehbûna hevkarîya êkonomîkî bike.

Bi gotina wî, alîyê ermenî kemala mezin dide danûstandinên derheqa kirîn-frotanêda, yên tevî welatên sêem, yên ku bona hevkarîyê kardarin.

Bi axaftina derheqa sîyaseta transportê û locîstîkîda, serokwezîrê Ermenîstanê derheqa “Xaçerêya aşîtîyê” da xeberdaye, ya ku dikare  alî pêşketina pêwandîyên kirîn-frotanê bike. Ewî gotîye wekî Ermenîstan amadeye cîguhastina bara û merivaye nava axa xwera bide çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button