Adirbêcan naxweze dokûmênta aşîtîyê îmzeke: hercar ew qewilên nû pêşda dikişîne: Mîrzoyan

Behseke baş ewe wekî mera li hev hat ku em bikaribin tevî alîyê azêrîya bighîjine hinek açixîya.Derbarê wê yekêda nava doranên forûma Varşavayêye ewlehîyê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
“Mesele, me dokûmênta hiqûqîye ewlin qebûl kir, me qeyde-qanûnê xebata tevayî, ya komîsîyayên sînora pejirand. Ev komîsîya bona dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê dixebitin. Nava vê dokûmêntêda mera li hev hat em bidine qayîlkirinê,wekî bingeha şuxulkarîya dîyarkirina sînora gerekê dokûmênta Alma Atayêye sala 1991 ê be.
Komarên Sovyêta berê hîmlî hema ev dokûmênt qebûl kirine. Bi vî cûreyî ew komar vê dokûmêntê nas dikin û sînorên di navbera wanda çawa yên navneteweyî tên naskirinê.Ev yek dide kifşê,wekî sînorê meyî tevî Adirbêcanê heye û bingeha dîyarkirina sînora bona danûstandina heye.
Behsa xirab ewe, wekî çend têmayên başqe hene, dora kîjana danûstandin derbaz dibin.Bînin ber çevê xwe wekî têksta peymana aşîtîyê îdî ser hevda hatîye, proje heye, lê em îmze nakin.
Alîyê Adirbêcanê naxweze vê dokûmêntê îmzeke, ew her dem qewilên nû pêşda dikişîne û em dibînin ku ew naxwezin dokûmêntê îmzekin.
Vê carê jî dibêjin,wekî gelek tişt hene bi kîjana dikarin bi hevra bidine qayîlkirinê, lê em difikirin wekî li dinîyayê di navbera du welatada qayîlnivîsara usa tune ku hemû tiştî bide normalkirinê. Fqet em dikarin vê dokûmêntê îmzekin û dora pirsên mayîn danûstandina berdewam bikin.Niha em ji alîyê azêrîyada xwestina sîyasî nabînin”.







