H’emû nûçeSereke

Di civaka Ermenîstanê de li ser Rûsîyayê, alîkarîyên wê û lihevkirina bi Fêdêrasîyona Rûsîyayê re bêhêvîbûnek mezin heye: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Di civaka Ermenîstanê de ji Rûsîyayê, alîkarî û hevalbendîya bi Rûsîyayê re bêhêvîbûnek mezin heye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di gotûbêja ku di çarçoveya Forûma ewlehîyê ya Varşavayê de hat kirin  bersiva pirsa jêrîn da. “Gelo ev geşedan bandorê li helwesta gel ya li himber Rûsîyayê dike?” Rûsîya bi vê pevçûyînê hewl dida ku bandora xwe li ser Ermenîstanê bidomîne, lê dema êrîşên azêrîyan par pêk hatin, tu gav nehat avêtin. Gelo vê yekê ermenî ji Rûsîyayê ber bi Avropayê ve hişt?”

Wek ku “Armênprêss” ji wezîreta karên der ya Ermenîstanê agahdar kir, wezîrê karên  der yê Ermenîstanê destnîşan kir:”Pirseke pir balkêş e. Hûn dizanin, îdî ne veşartî ye ku di civaka Ermenîstanê de li ser Rûsîyayê, alîkarî û hevalbendîya wê ya bi Fêdêrasîyona Rûsîyayê re dilgiranîyeke mezin heye, ji ber ku bi dehan salan gelê Ermenîstanê difikire ku di rewşên wiha de Rûsîya wê alîkarîya me bike, me biparêze. Niha ew dibînin ku ne wisa ye û alîkarî ji me re nayê. Wekî din, hûn dizanin ku piştî şerê 2020 î, hêzên aşîtîyê yên rûsî ji bo ewlekarîya xelkê hatin şandin bo Qerebaxa Çîyayî, lê me dît ku di dema koçkirina bi destê zorê de, mîsîyona aşîtîyê xwe rewa nekir.

Her wiha em jî wek Rûîsyayê û welatên din endamên rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîv in, lê dema ku êrîş li ser sînorên me yên naskirî yên navneteweyî pêk hatin, dîsa me dît ku ne Rûsîya û ne jî hevalbendên me yên din yên  Organîzeya   Ewlehîya Kolêktîv  bersiv nedane hêvîyên. Ji ber vê yekê, wek ku min berê jî behs kir, ev yek bû sedema gelek bêhêvîbûn û niha li Ermenîstanê mirov li vebijarkên din digerin.

Ji bo dêmokrasîyê, em bi rastî bi prînsîpên wê bawer in û tê fêmkirin ku ev yek me nêzîkî Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dike. Ji ber vê yekê ji alîyê nirxên ku di civakê de pêk tên em nêzîkî Yekîtîya Avropayê û welatên Rojava bûne. Di warê ewlehîyê de nifûsa Ermenîstanê xwe ji alîyê psîkolojîk ve girêdayî Rûsîyayê didît. Niha ew pêkhateya duyemîn hilweşîyaye, û xelk ti sedemeke din nabînin ku rê li ber têkilîyeke nêzîktir bi Yekîtîya Avropayê re bigire”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button