H’emû nûçeSereke

Piranîya beşdarên li Ermenîstanê di wê bawerîyê de ne ku li welêt asteke bilind ya azadîya axaftinê heye: encamên lêkolîna  ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûyîna navneteweyî

Ajansa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ya ji bo pêşketinê ya navneteweyî encamên ankêta salane ya li ser azadîya axaftinê û bikaranîna mêdyayê li Ermenîstanê weşand.Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, tê gotin ku wek sala 2023 a da,  sala 2024 a de jî piranîya beşdaran di wê bawerîyê de ne ku li Ermenîstanê hem ji bo civakê hem jî ji bo mêdyayê di asta bilind de azadîya axaftinê heye.Ji  75 selefê beşdaran azadîya derbirînê ya gel bi tevahî yan jî hinekî azad dihesibînin, di mijara çapemenîyê de ev nîşane ji sedî 72 ye.

Li gorî sala 2023 a, hejmara kesên ku niha bawer dikin ku rayedar û sazîyên pêwendîdar li Ermenîstanê bi têra xwe azadîya axaftinê hem di nav mêdya û hem jî di nav kesan de diparêzin bi 8 selefî zêde bûye.

Piranîya beşdarên komên fokûsê azadîya axaftinê wekî şîyana îfadekirina ramana xwe bêyî tirsa ji encaman pênase kirin. Beşdarên ankêtê di wê bawerîyê de ne ku li Ermenîstanê kes û rojnamevan dikarin bi azadî nêrînên xwe hem li ser hökömetê û hem jî li ser muxalefetê bînin ziman, bêyî ku ji encamên wê bitirsin.

Ew amaje dikin ku rojnamevan dikarin çîrokên xapînok biweşînin da ku ecibandin û profîlek bilind bi dest bixin, ev yek dikare encamên neyînî li ser civakê bike. Ev tevgera manîpûlatîv bi neyînî tê nirxandin, bi taybetî ku ev rêftarên rojnamegeran bêceza dimîne. Hin beşdar tewra sansûrê pêşnîyar dikin da ku karê rojnamegeran birêkûpêk bikin û naveroka ku têne parve kirin kontrol bikin. Ji bilî vê, fikarên li ser binpêkirina azadîya axaftinê hene dema ku axaftinên êrîşkar û nebûna medenî bi azadîya axaftinê rewa dibin.

Beşdarên anketê blog, vlog û podkastên ku di qada mêdyaya Ermenîstanê de xwedî asta herî bilind ya azadîya axaftinê ne û her weha malperên nûçeyan, ji  86 selefî   83 selefê wan wekî “temamî azad” û “hinekî azad” dinirxînin, bi rêzê ve. Berovajî vê yekê çapemenîya nivîskî û têlêvîzyon wek mêdyaya xwedî azadîya herî nizm tê dîtin.

80 selef ji beşdaran bawer dikin ku axaftina nefretê li Ermenîstanê pirsgirêkek girîng e /84 selef  sala 2023 de), û li gorî piranîya (66 selef) ew pir caran li ser întêrnêtê tê dîtin.

Ji sala 2023 a vir ve, memnûnîya ji etîk û pisporîya rojnamevanan li dora  44  selef maye, û beşdarên ku nerazîbûn nîşan didin bi giranî ji bajarên bajarî ne, bi taybetî ji Yêrêvanê. Ev yek nîgeranîya temaşevanên mêdyayê li ser pîvanên exlaqî yên rojnamevanîyê radixe ber çavan, bi taybetî li paytextê, ​​ku lêxwarin û kontrolkirina mêdyayê zêdetir e.

Ji  49 selefê beşdaran bawer dikin ku ew dikarin bi azadî beşdarî xwenîşandanên aşîtîyane yan çalakîyên din yên organîze bibin.

Tenê ji  4 selefê beşdaran xwe bigihînin tu amûrekê ku bi întêrnêtê ve girêdayî ye (TV, têlefonên bi aqil,  yan tablêt) tune ne. Ev wêne ji wêneya sala 2023-a ne cuda ye, dema ku ji 5 selefê beşdaran tu amûrek bi întêrnêtê ve girêdayî nebû.

Têlêvîzîyonên Ermenîstanê (ji  80 selef) û malperên nûçeyan yên ermenî (ji  73 selef) di nav beşdaran de mêdyaya herî popûler in, li dû wan blog,  podkastên ermenî (ji  48 selef) û kanalên têlêvîzîyonê yên rûsî (ji  47 selef) di rêzê de ne.

Analîz nîşan dide ku torên civakî hêdî hêdî dibin navgînên sereke yên gihîştina malperên nûçeyan ji bo piranîya beşdarên ankêtê.

Torên civakî yên ku herî zêde têne bikar anîn YouTube û Facebook in, ku ji  81selef û 77 selefê beşdaran bikar tînin. Hêjayî gotinê ye ku bikaranîna “Instagram”ê gelekî zêde bûye, ji  42 selef di sala 2023 a de ji  52 selef  sala 2024 a de.

Bersivdaran pîvanên bingehîn yên exlaqî yên ku divê rojnameger bişopînin û her weha prînsîpên exlaqî yên ku herî zêde ji hêla mêdyaya Ermenîstanê ve têne binpêkirin destnîşan kirin. Di nav beşdaran de prînsîpa exlaqî ya herî girîng rêzgirtina ji civak û mafên mirovan re ye  45 selef û dû re jî bêalîbûn û durustî ye (37 selef). Hêjayî gotinê ye ku ev jî ew prînsîb in ku, li gorî bersivdaran, pir caran ji hêla mêdyaya girseyî ya Ermenîstanê ve têne paşguh kirin.

Ji bo lêkolînê rêbaza rêbazên têkel hatîye bikaranîn. Rêbazên ku hatine bikar anîn ankêtek di nav 1106 nifûsa 18 salî û mezintir de li Ermenîstanê, nîqaşek komê ya di nav gel de ye. Lêkolîn û weşanên din yên têkildarî mijarê ji bo daneyên duyemîn hatin lêkolîn kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button