SerekeSîyasî

Têkxistina Îranê di nava şerekî leşkerî de dikare ji bo Rojavayê bibe eniyeke nû û duyemîn: Gagîk Mînasyan

Yek ji pêngavên herî pratîkî ji aliyê lawazkirina pêgeha Rûsîyayê ve di şerê navbera Rûsîyayê û rojavayê kolektîf li Ukraînayê de vekirina eniyeke duyem ji Rûsîyayê re bû, ku Rûsîya bi her awayî ji wê yekê dûr ket. Di vê derbarê de endamê lijneya giştî ya Ermenîstanê Gagik Minasyan li ser rûpela xwe wiha nivîsîye: “Eniyek nû ji bo Rûsyayê”.

Ewî bi taybetî diyar kirîye: “Di encama pêngavên provakatîv yên berdewam yên Îsrayêlê de, tevlîkirina Îranê di nava şerekî leşkerî yê duh de, dibe ku ji bo Amerîkayê û welatên rojavayî yên komî bibe eniyeke nû, duyemîn, girîngiya eniya Ukraînayê ji bo wan kêm bike û derfetên Rûsîyayê li wir zêde bike.

Dijberên Îranê nakokiyên leşkerî yên Îranê û Îsraîlê di serî de weke rêyek ji bo guhertina desthilatê li Îranê, ji bo dûrxistina welat ji hevpeymaniya Rûsyayê û Çînistanê dibînin û bi kêmasî bi pêşniyarên Îranê yên ji bo bidawîkirina şerê leşkerî di zûtirîn dem de razî ne.

Guhertineke tund di meyla siyasî ya hevalbenda wê Îranê de, divê ji bo Rûsîyayê bi temamî neyê qebûlkirin, ji ber ku ew îhtîmala pêkanîna korîdora bakur-başûr ku Rûsîyayê bi rêya Îranê bi okeana Hindî ve girêdide, ji holê radike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button