COP29 wê li dewleteke zordar ya ku Adirbêcan nûnertîya wê dike bê lidarxistin: Human Rights Watch

Human Rights Watch ragîhand, hukumetên ku beşdarî konfêransa guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ya 29 emîn dibin, divê sozên xwe yên di warê parastina mafên mirovan de bi cîh bînin.
Hukumet planên xwe yên avhewayê yên neteweyî yên bi armancên kêmkirina mîsyonê ya sala 2025 a amade dikin divê piştrast bikin ku ew bi sînorkirina germbûna gerdûnî re hevaheng in. Her planek ji bo zêdekirina hilberîna sotemeniya fosîl bi wê armancê re li hev nayê.
Ev sala sêyem e ku COP di rewşek zordar de tê girtin ku azadiya axaftinê û civînên aştiyane bi tundî sînordar dike.
Hukumetên ku li Adirbêcanê beşdarî COP29 dibin, divê amade bin ku peyameke zelal ragihînin ku çalakiya dadmend û azwerî ya avhewa hewceyê beşdariya watedar ya dengên serbixwe ye.
Adirbêcanê xwediyê hukumeteke otorîter e ku tehemûla nerazîbûnan nake û di mehên dawî de rojnamevanên serbixwe û çalakvanên civaka sîvîl tepeser kiriye. Di nav wan kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin we çalakvanek dijî gendeliyê ku rexne li sektora neft û gazê ya Adirbêcanê digire, û çalakvanek mafên mirovan heye ku înîsiyatîvek ji bo parastina azadiyên sîvîl û dadmendiya jîngehê li Adirbêcanê berî COP29 damezrand.
Helwesta dijminane ya hukumeta Adirbêcanê li hember çalakvanên serbixwe fikaran zêde dike ka gelo civaka sîvîl wê bikaribe bi rengekî avaker beşdarî COP29 bibe.
Dahata petrol û gazê di sala 2022 a 52 selef byûcêya dewleta Adirbêcanê û 90 selef ji dahata hinardekirinê ye. Di civîneke bilind de ji bo amadekirina COP29 di meha nîsanê de, serokê Adirbêcanê Ilham Elîyêv planên berfirehkirina hilberîna gazê ragihand, bi giranî bersiva daxwazên bazara Yekîtiya Avropayê.
Divê hukumet rê nedin ku Adirbêcan pozîsyona xwe ya wekî mêvandarê COP29-ê bikar bîne da ku bêtir berfirehkirina sotemeniya fosîl pêşve bibe û hewildanên ji bo şerkirina krîza avhewa û parastina mafên mirovan têk bibe.







