H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û serokwezîrê nû yê Fransîyayê Mîşêl Barnier çi gotûbêj kirine?

Hevdîtina serokwezîrê Ermenîstane Nikol Paşinyan û serokwezîrê nû yê Fransîyayê Mîşêl Barnîer li koşka “Matînyon” ya Parîzê pêk hat. Ev ji aliyê ofîsa serokwezîr ve hatîye ragihandin.

Raporê de hatîye kifşkirinê, ku serokwezîrê Fransîyayê pêşwazî li seredana Nîkol Paşînyan bo Fransîyayê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku li ser hevkarîkirina berdewam ya hevkariyên bazirganî û aborî di navbera her du welatan de beşdar bibin. Mîşêl Barnîer da zanîn ku ew li himber Ermenîstanê û gelê ermenî xwedî helwesteke taybet e û amade ne ku di pêşerojê de ji bo xurtkirina peywendiyên dualî berdewam bike.Ewî sala 1995 a  bi beşdariya xwe vekirina balyozxaneya Fransîyayê ya li Ermenîstanê bi kêfxweşî bi bîr anî.

Nîkol Paşînyan ji ber destbikarbûna birêz Barnîer wek serokwezîrê Fransîyayê careke din pîrozbahî li rêzdar Barnîer kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Serokwezîr spasiya hevkarê xwe kir ji bo pabendbûna wî ya kûr ji bo dostaniya di navbera her du gelan de û ji bo bihêzkirina têkiliyên awarte yên di navbera Ermenistan û Franîysa de, ji bo bihêzkirina peywendiyên awarte yên di navbera her du gelan de.

Gotûbêja di navbera Ermenistan û Fransîyayê de bilind nirxandin û tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevkariyê di warê aborî û çend sektorên armanckirî de kirin: ênêrjî, têknolojiyên dîjîtal, geşepêdana bajarî, çandinî, tûrîzmê, tenduristîyê.

Nîkol Paşînyan bal kişand ser wê yekê ku yek ji karên pêşîn yên hukumeta Ermenîstanê geşepêdan û pirrengkirina aboriya Ermenistanê ye û got ku ew giringiyê didin hebûna kompaniyên fransî li Ermenistanê. Li gor serokwezîr, aliyê Ermenistanê çaverêya beşdariya kompanî û sermayedarên fransî ye, bi taybetî di warê cîbicîkirina projeyan di warên jêrxana, atomî û ênêrjiya nûjen, çandinî û avê de.

Serekwezîrên Ermenîstanê û Fransîyayê jî bi giranî tekezî li ser lidarxistina konferansa duyemîn “Ambitions Armenie-France” kirin, ku dikare bibe amûrek bêhempa ji bo pêşvebirina hevkariya pirsêktorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button