H’emû nûçeSereke

Rojava dixwaze parçekirina Îranê pêk bîne: di wê rewşê de, Adirbêcan hêvî dike ku bakurê Îranê zeft bike:Kîvîryan

Piştî şerê 44 rojan, zêdebûna hêza leşkerî ya Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê nayê kirin. Di hevdîtina bi News.am ê re pisporê siyasî Argîştî Kîvîryan gotîye.

 “Rastiya ku piştî şerê 44 rojî, Bekûyê ji nişêkê ve dest bi zêdekirina çekan kir, amadekariyên leşkerî yên cuda bi tundî pêk tîne, nîşan dide ku armancên wê gelek zêdetir in. Bi taybetî heger bûyer bi senaryoya ku Îran bikeve ber êrîşên leşkerî yên mezin pêş bikeve, diyar e ku bloka rojava û Îsrayêlê pêşbînî dikin ku wê karibin perçekirina Îranê bi dest bixin û di wê rewşê de yek ji yekem sûdmendê herêmê Adirbêcan e. Di wê rewşê de, Adirbêcan hêvî dike ku bakurê Îranê bigire.

Heger derbeyên topyekûn li Îranê bê xistin, yek ji wan armancan ew e ku Îran careke din li ber xwe nede. Û ji bo wê jî divê bê dabeşkirin. Armanca kampên dijî Îranê ew e ku Îranê li ser xetên etnîkî pênase bikin. “Adirbêcan wê hewl bide perçeyekî mezin li wir bibire, ku tê de bi navê azerî lê dijîn”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button