H’emû nûçeSereke

Di dawîya sala 2023 a de li Ermenîstanê her kesekîra 2150 dolar dêpo hebû

Nur.rz radigîhîne ku heta dawîya sala 2023 a  qebareya giştî ya dêpoyên li bankayên welatên endamên Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî gihiştîye 658 mîlyard dolaran. Ew 4,5 selefî ji mîqdara ku di dawîya 2022 a de hatîye tomarkirin zêdetir e.

Qebareya herî mezin ya fonda di bankên Rûsîyayê de tê parastin (zêdetirî 598,6 mîlyar dolar). Li pey Qazaxistan (41,5 mîlyard dolar), Bêlarûs (9,3 mîlyard dolar), Ermenîstan (6,4 mîlyard dolar) û Qirgizstan (1,8 mîlyard dolar) tê.

Li ser bingeha vê îndêksê, niştecîhên Rûsîyayê dikarin li cîhanê dêpoyên “herî dewlemend” bên hesibandin. Li vir her kes bi qasî 4100 dolaran distîne. Li Bêlarûsê, bi navînî, her niştecîh 1 000 dolar distîne.

Li Qazaxistanê her kes tenê 2000 dolara distîne. Hêjayî gotinê ye ku bi vê nîşaneyê Qazaxistan ji Ermenîstanê kêmtir e, ku li gorî qebareya giştî ya dêpoyan li pêş Ermenîstanê ye. Heger dêpo li ser gel bê parvekirin, li Ermenîstanê her mirovekî 2150 dolar distîne. Li Qirgizistanê dahata serê her kesî ya navîn 261,3 dolar bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button