H’emû nûçeSereke

Îhtîmala şerê mezin li Rojhilata Navîn bi gavên  Natanyahû ve girêdayî ye:erebzan

Destpêkirina şerê mezin li Rojhilata Navîn bi wê yekê ve girêdayî ye ku serkirdayetîya Îsrayêl wê çawa bersivê bide êrîşên moşekên vê dawîyê yên Îranê, ango wê ber bi rêbazên tundrew ve biçin yan na.

Erebzan Hayk Koçaryan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss”ê re ev nêrîn anî ziman û bal kişand ser bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, bi taybetî êrîşên bi rokêtan yên Îranê li ser axa Îsrayêlê.

“Hesabkirina hişk nîşan dide ku di vê qonaxê de hewcedarîya Îsrayêlê bi vî rengî zêde nabe. Em dikarin pêşandanek hêzê, şilbûna masûlkan di forma tolhildana rokêtan de, lêdana armancên nû, hilweşandina binesazîyê bibînin, lê vekolîna derdorên pispor destnîşan dike ku, lê belê, wê çalakîyên bi vî rengî yan jî hêmanên leşkerî yên ku lêdanên ne têrker hebin, nebin ku wê bibe sedema alozîyeke mezin. Di vê qonaxê de hê jî hêvî heye ku alozîyeke mezin çênebe”,-Koçaryan gotîye.

Li gorî çavdêrîya wî, ev salek e ku Îsrayêl opêrasîyonên serbazî li dijî HAMAS ê pêk tîne, û ew ji niha ve rastî pirsgirêkên cidî di wê enîyê de bû û di nav çolê de asê mabû, lema kompanyaya Libnanê, guhertina giranîyê, raya  giştî di jîyana sîyasî ya Îsrayêlê de, guheztina bala li ser Libnanê, ku tê de Têl-Avîv di şerê li dijî “Hêzbollah” ê de serkeftineke pir cidî bi dest xistîye, di warê têkbirina rêbertîya “Hêzbollah” ê de, kart blanc daye serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû di qada sîyasî de bimîne.

 “Natanyahû ji bo ku di qada sîyasî de jîyana xwe biparêze, ber bi geşedanên bi vî rengî ve diçe, helbet ev yek kêfa hemû lîstikvanan nayê. Natanyahû tenê demek maye ku hukumeteke nû li Amêrîkayê bê damezrandin û piştî wê yekê emê bibînin ku her kes dê hewl bide ku bersiva serpêhatîyên wî yên vê dawîyê ji serokwezîrê niha yê Îsrayêlê werbigire”,-erebzan gotîye

Koçaryan bal kişande ser vê yekê ku di çarçoveya pêşhatên vê dawîyê de, Komara Îslamî ya Îranê ji dewletên erebî zêdetir ji bo dorpêçkirina Îsrayêlê çalakîyekê nîşan dide, Koçaryan tekez kir ku ev yek tê wê wateyê ku hemû dewletên ereb bi yek berjewendî û rû bi rûbûnê nabin, kêşeyên nû yên ewlehîyê, ji ber vê yekê bi navendên cuda yên jêopolîtîk re dixebitin û di nav pergalên ewlehîyê yên cîhêreng de ne.

 “Berjewendîyên wan carna li hev nayên, ji ber wê jî ne guncaw e ku mirov bifikire ku eger ew welatên ereb in, divê her tim yekalî û yekdengî tevbigerin, enîyeke yekgirtî nîşan bidin. Hilbet di warê sîyasî-dîplomatîk de jî tevdigerin, hin daxuyanîyên şermezarkirinê didin, lê di derbarê Îranê de, ew welat di warê çalakîyên xwe yên jîyanî de li dijî sîstêma xwe ya ewlekarî dibîne, lema rêaksîyon jî wek rêaksîyona navneteweyî ye.Divê em di vê mijarê de motîvên hemereb nedin, tiştekî wiha tune”.

Derbarê helwesta Amêrîkayê, hevpeymanê sereke yê Îsrayêlê di vê mijarê de, Koçeryan gotye, Amêrîka di qonaxeke veguhêz de ye, ji ber wê jî alîyê Îsrayêlê şîret û gefên ji wir ciddî nagire.

“Di vê dema kin de, Natanyahû wê hewl bide her tiştî li gorî pênaseya xwe, berjewendîyên dewleta cihû bike, lema wê hewl bide ku kiryaran temam bike, ji ber ku piştî hilbijartinên amêrîkî û avakirina hukumeta nû, ew ê fersendê nede ku bike kumar û hemî faktoran manîpûle bike. Ji bo van hemûyan jî dibe ku pirsek hebe. Nabe ku em li Îsrayêlê bibin şahidê hilbijartinên nû”.

Li gorî Koçaryan, Natanyahû niha ne di quncikekê de ye, lê belê li gorî xwezaya wî ya maceraperest dikare rewşek wiha çê bibe. Lê belê, rewş bi gelemperî di bin kontrola wî de ye. Ev çend roj berê derbasî Libnanê bû, jîndarîyeke sîyasî da wî, lê pêwîst e li dûv pêşhatên din bin û li benda berteka kabîneya Natanyahû li hember êrîşên mûşekan bin. Li gorî wî pisporê ereb, eger bersiv tund û nerewa be, eger êrîşek ku xetên sor derbas bike, li derveyî rêkeftinên di navbera Îsrayêl û hevalbendên wê de bên kirin, wê demê Rojhilata Navîn wê bi pirsgirêkên cidî û berfireh yên ewlehîyê re rû bi rû bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button