Li lûtkeyê Firankofonyayê birîyar hate qebûl kirin, ku endamê 54 dewletên hevpeymanan pêvajoya aştiya Ermenîstanê eşkere kir

Di çarçoveya lûtkeya 19 emîn ya Frankofonyayê de “Bernameya li ser rewşên krîzê yên li herêma frankofonê, derbaskirina wan û xurtkirina aştiyê” hat qebûlkirin û 54 dewletên endamên tam yên rêxistinê piştgirî dan Ermenîstanê û pêvajoya aştiyê, ji wezîreta Ermenîstaneye karên der ragîhandine.
Di biryarnameyê de, pêvajoya aştiyê ya di navbera Ermenistan û Adirbêcanê ya sala 1991 de hat destnîşankirin.
Welatên endamê frankofon pêşwaziya pêşkeftina ku di prosesa sînordarkirin û vegerandina sînorên navdewletî de li ser bingeha prînsîpên ku di protokola 19 ê nîsana sala 2024 a de hatine piştrast kirin, pêşwazî kirin, û teşwîq kirin ku ji nû ve vekirina kanalên ragihandinê yên herêmî li ser bingeha rêzgirtina prînsîpên serwerî, neteweyî, dadwerî, wekhevî û hevberdanê.
Li ser nepejirandina bikaranîna hêzê hate destnîşankirin û bang hate kirin ku dev ji gotinên şerxwaz û gotinên nefretê yên ku dikarin pêvajoya aştiyê asteng bikin, dûr bixin.
Di biryarnameyê de her wiha bal hat kişandin ser girîngiya mîsyona sivîl ya Yekîtiya Avropayê ya li Ermenîstanê û tevkariya wê ya ji bo aramiya li herêmên sînor.
Di biryarnameyê de ji bo 115 hezar penaberên bi destê zorê yên ji Qerebaxa Çîya hatine koçberkirin, alîkariya mirovî ya berdewam, çareserkirina pirsgirêkên girtiyên şer û kesên din yên girtî û her wiha kesên winda hatin destnîşankirin. Rêxistina navnetewî ya Frankofoniyê dilgiraniya xwe ya li ser wêrankirina mîrata çandî li Qerebaxê û piştgiriya welatên endam di pêkanîna mîsyona UNESCO ya li Qerebaxê û navçeyên derdora wê dupat kir.







