H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hêvîdare wekî hetanî civîna COP 29 wê tevî Adirbêcanê qayîlnivîsara aşîtîyê îmzeke:Vahagin Xaçatûryan

Ermenîstan hêvîdare wekî hetanî civîna COP29 wê tevî Adirbêcanê qayîlnivîsara aşîtîyê îmzeke.Derbarê wê yekêda  Reuters ê li ser hîmê gotinên serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan ragîhandîye.

“Heger ew yek tenê meva girêdayîbûya, meyê hema niha îmze bikira”,-wextê civîna li Hambûrgê, serokkomarê Ermenîstanê gotîye û serda zêde kirîye,wekî hêvîdarin ku zû yan  dereng bighîjine wî encamî.

Serokkomarê Ermenîstanê gotîye,wekî hetanî niha dora çend xalên mayîn, tevî nevsên Adirbêcanêye fermî danûstandin pêk tên. Xaçatûryan usa jî serda zêde kirîye, wekî tevî Tirkîyayê jî danûstandin tên pêkanînê, yên ku derbarê wê yekdanin, ku welatîyên welatên sêem û merivên bi pasportên dîplomatî bikaribin sînorra derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button