H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amade ye ku di vê mehê de peymana aşîtîyê îmze bike û ev helwesta me ya fermî ye: serokwezîr

Aşîtîya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de ne tenê mimkûn e, di heman demê de pêkan e. Li gorî “Armênprêss”ê, ev yek ji hêla serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ve di civîna teng ya civata serokên dewletên Hevalbendîya Welatên Serbest li Moskvayê de hate ragîhandin.

Ermenîstanê û Adirbêcanê di mehên dawî de ragîhandin ku pêşnûmeya peymana “Ji bo avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê” de herî kêm 80 selef li hev hatîye. Herî dawî di formata wezîrên karên der yên Ermenîstan û Adirbêcanê de lihevkirinek hat kirin ku xebatên ji bo temamkirina pesendkirina pêşnûmeya peymana aşîtîyê bê aktîvkirin.

Di prînsîpê de, em dikarin li gorî mantîqê jêrîn tevbigerin, ya ku em ji Adirbêcanê re pêşnîyar dikin: îmzakirina tiştê ku ji xwe li hev hatîye kirin, bi vî rengî ne tenê dê fakto, lê di heman demê de aşîtîya dê yûrê jî hebe û li ser hemî mijarên din xebata xwe bidomîne. Di her rewşê de, ne mimkûn e ku peymanek wiha aşîtîyê ku bersivê bide hemî pirsan û hemî alîyên têkilîyên dualî birêkûpêk bike. Paşînyan destnîşan kir ku peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de çi dibe bila bibe, bêguman wê mijarên girîng bimînin, divê li ser bên lihevkirin, çareserkirin û peymanên nû bên îmzekirin.

Herwiha, li gor serokwezîr, bi amadebûna rêkeftineke aşîtîyê ya îmzekirî û pesendkirî, çareserkirina pirsên din wê gelek asantir be, ji ber ku dê rewşeke bi temamî cuda li herêmê rû bide.

 “Di vê qonaxê de divê em li ser çend mijarên bingehîn biryarê bidin ku dikarin bibin bingehek bihêz ji bo pêkanîna aşîtîyê di navbera welatên me de. Ew li ser hevdu naskirina yekparebûna axa hev e. Em behsa erka piştrastkirina nebûna îddîayên erdî yên li hember hev dikin û di pêşerojê de îdîayên bi vî rengî raber nakin. Em behsa parastina prînsîpa nebikaranîna hêz û gefa hêzê, destwerdana li karûbarên navxweyî yên hevdu, avakirina peywendîyên dîplomatîk û avakirina mêxanîzmayên dualî ji bo cî bi cîkirina erkên ku alîyên di çarçoveya peymanê de girtine, dikin.

Gotinên van hemû mijaran di pêşnûmeya peymana “Li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê” de ji niha ve ji alîyê alîyan ve li ser hatîye lihevkirin, û em amade ne ku di vê mehê de vê belgeyê îmze bikin. Ev helwesta me ya fermî ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button