H’emû nûçeSereke

Li welatên cuda yên cîhanê ji bo girtîyên ermenî yên li Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî girtî serbest bên berdan

Berîya konfêransa guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku wê mijdara sla 2024 a de li Adirbêcanê bê lidarxistin, li welatên cîhê yên cîhanê çalakî hatin destpêkirin û ji bo girtîyên ermenî yên şer û rehînên ku li Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî hatine girtin, tavilê bên berdan.

Li hemberî van çalakiyan, 11 ê cotmeha îsal seheta 11:00 a tê plankirin ku li ber nûnertîya Neteweyên Yekbûyî ya li Ermenîstanê, wezîreta Ermenîstanêye karên der, sefaretxaneyên Fêdêrasîyona Rûsîyayê, Fransîyayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî çalakî bên lidarxistin., di dema ku heman daxwazname dê ji wergiran re bêne şandin.

Wek ku  parêzvanê mafên mirovan yê Arsaxê Gêxam Stêpanyan ragîhandîye, parêzvanên mafên mirovan û parêzvanên berê  tevlî înîsîyatîvê bûne.

Destpêkirin wê ji ofîsa Neteweyên Yekbûyîye li Ermenîstanê destpêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button