Nava Konstîtûsîya Ermenîstanêda dewekarîyên hindava axa Adirbêcanê tunene: Paşînyan wextê civîna serokên Dewletên Hevalbendîya Serbest gotîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna serokên Dewletên Hevalbendîya Serbest derheqa tabîya Ermenîstanêye nava pêvajoya aşîtîyêda, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, gotîye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokwezîr nava axaftina xweda daye dîyarkirinê,wekî hukumata Ermenîstanê dîsa hindava aşîtîya li Kafkasîya Başûr amine û amadeye aşîtî îzbatbe û li herêmê qewînbûn cîhê xwe bigre, bi hesabhildana berjewandîyên hemû welatên herêmê.
“Nava şuxulkarîya dîyarkirina sînorên ermenîya-azêrîyada îsal em gihîştine pêşketinê û li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê me li ser sê beşên sînor dîyarkirina sînora mîyaser kirîye û sînorên hêna Sovyêta berê çawa sînorê di navbera welatada qebûl kirîye. Ev yek mînaka açixîyêye.
Bûyareke girînge mayîn jî ewe, wekî 30 ê tebaxê me dokûmênta derheqa şuxulkarîya komîsîyayên pirsên sînora îmze kirîye”,-Paşînyan gotîye.
Ewî elam kirîye wekî li Ermenîstanê pêvajoya qebûlkirina vê dokûmnêtê ser hevda tê û nava vê mehêda parlamênta Ermenîstanê wê pirsa qebûlkirina dokûmêntê gotûbêj bike. “Ew yek gelekî girînge wekî mehkema Ermenîstanêye Konstîtûsîyon îmzekirina dokûmêntê qebûl kirîye û ew yek dide kifşê,wekî li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayê yekîtîya axa Adirbêcanê tê naskirinê”,-Paşînyan gotîye.







