H’emû nûçeSereke

Wextê civîna Dewletên Hevalbendîya Serbest serokwezîr gotîye wekî Ermenîstan tu cara qayîl nebûye ku welatê sêem beşdarî pirsa çareserkirina ewlehîya rîya bibe

Nîkol Paşînyanê serokwezîr ew pirsa çawa ya girîng hesab kirîye ku rêyên transportê û êkonomîkî li temamîya Kafkasîya Başûr bêne vekirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Nîkol Paşînyan wextê civînê gotîye,wekî Ermenîstan nava vê pirsêda pêşnîyar dike ku helkirinên konkrêt hebin, yên ku nava projeya “Xaçerêya aşîtîyê”  da hatine dîyarkirinê.

“Li gorî projeyê, Ermenîstan amadeye derbazkirina hemû mecalên transportê, bara, rêwîya, lûla û mecalên mayîn bide çareserkirinê.Em amadene hemû rêyên nava Ermenîstanêra bidine çareserkirinê.

Bi dayîna bersivên pêşnîyarên me, Adirbêcan dibêje,wekî heger Ermenîstan naxweze rîya veke, Adirbêcanê mecalên nava Îranêra bide xebatê, ku Nexçêvanêva bê girêdanê. Bêguman, em dijî wê yekê nînin, çimkî ew yek pirsa pêwandîyên du welatên serbixweye. Lê ez careke mayîn dixwezim bêjim wekî Ermenîstan dixweze rê bêne vekirinê û em amadene bi qewilên wî cûreyî rê bidine hemû  cûrên transportê, çawa ku ew yek ji alîyê Îranêda tê pêşnîyarkirinê.Em amadene nava kontrola sînorada zelalkirina mîyaserkin û nava wê doranêda hemû tiştî li ser prînsîpên wekehevtîyê û serbixwetîyê helkin”,-Paşînyan gotîye.

Nava vê hemtêkstêda serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan amadeye ewlehîya mecalên transportê, ya bara û çûyîn-hatina meriva, bide çareserkirinê. “Ev yek xwestina meye û usa jî borcdarîya meye û em garantîya wê yekê didin.Feqet, elametîyên ku giva Ermenîstan qayîl bûye ku welatên sêem ewlehîya van pêwandîya nava axa serbixweda bide çareserkirinê û yan jî ew yek nava dokûmêntekêda hatîye dîyarkirinê, ne anegorî rastîyêye.Çareserkirina ewlehîya nava axa her welatekî serbixweda borcdarîya wî welatîye.Ev yek karê meye û emê wê yekê bi garantîyayê mîyaserkin”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button