H’emû nûçeSereke
Baylozxana Dewletên Amêkrîkayêye Yekbûyî, ya li Yêrêvanê bersiva elametîya Bortnîkov daye

Çend roj pêşda serokê qulixdarîya Rûsîyayêye ewlehîya fêdêral Alêksandr Bortnîkov, wextê civîna şêwira serokên organên ewlehîya Dewletên Hevalbendîya Serbest gotibû: “Amêrîkî û avropî hindava qewînbûna li Kafkasîya Başûr hewaskar nînin. Rojava dicêribîne serokatîya pêvajoya helkirina pirsgirêka azêrîya-ermenîya bike û li herêmê bighîje cîhwarkirina eskerê xweye wa gotî “aşîtîparêz”.
Nava bersiva wekîleta dîplomatîda hatîye gotinê: “Piştgirîya me bona wê yekêye, ku bersiva dewekarîyên welatîya bidin ku rêberên wan dêmokratbin, yên ku bona qewînkirina aşîtîyê, qewînbûnê û pêşketinê dixebitin”.







