H’emû nûçeSereke

Blogêrê geştîyarîyê yê navdar Mark Harîson derbarê serdana xwe ya Ermenîstanê de: “Ev dewleteke kevin û girîng e”

Mark Harîsonê kanadî, ku bi bloga xwe ya rêwîtiyê navdar e, rojên din li Ermenistanê bû. 4 rojan li vir ma, lê karî bîranînên giranbuha berhev bike, ku ji News.am STYLE re parve kirîye.

 “Ez li Gurcistanê bûm û ji ber ku sefera Yêrêvanê ji wir pir kurt bû, min biryar da ku ez bê guman biçim serdanê. Cara ewil ez li Ermenîstanê bûm”,- bloger dibêje. Li ser vê pirsê, ku berî bifire Yêrêvanê çi hêviyên wî hebûn, wiha bersivê dide: “Rastî, gava ez diçim tu welatekî, hêviyên min tune, da ku paşê tiştek min bêhêvî neke. Ez tenê 4 rojan li wir mam, piranî ez li Yêrêvanê bûm. Mixabin ez zêde wextê min tunebû ku ez li derveyî bajêr bigerim, lê min karî li Êcmîyazinê û Zvartnotsê bim û gelek bandor li min kir”,

Mark jî pêjgeha ermenî dikişand, lê wî herî zêde ji Borak hez dikir: “ji aliyê ardê de ew qas dewlemend e, bi heybet bû”.

Rêwîyê navdar yê kanadayî ku li ser Instagram û YouTube ê bi sed hezaran şopînerên wî hene, li ser TikTok jî zêdetirî milyonek şopînerên wî hene, dibêje ku ew bi taybetî bi dîroka kevinar ya Ermenîstanê re meraq dike.

 “Ermenistan dewletek ewqas kevin û girîng e. Ew welatê yekem e ku Xirîstiyanî wek dînê dewletê qebûl kirîye.  Ez ji Kanadayê me, û em neteweyek pir nû ne, me ne xwediyê dîrokek wusa mezin e”.

Mark  sala 2012 de dest bi rêwîtiyê kir û berê xwe da 88 welatan.

“Min rêwîtiya xwe li Austryayê dest pê kir, dûv re ez ji hemî hez kirim. Ez ne razî me ku her dem li cihên nû me.” Welatên bijare yên rêwî Bolîvya, Zelandîya Nû, Pakistan, Antarktîka û Meksîka hene.

“Rêwîn asoyên min fireh dike, ji min re dibe alîkar ku fam bikim ku awayê ku ez mezin bûm ji bo min ne yekane û çêtirîn e. Gelek rêyên din hene ku meriv ji jiyanê bi tevahî kêfê bike”.

Derbarê vegera Ermenîstanê de jî dibêje: “Ez hêvî dikim rojekê bêm û cihên din kifş bikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button