
Freedom House bala Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv /byûoya sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan û dewletên beşdar dikşîne ser mûameleya li dijî ermenîyên êtnîkî yên li Qerebaxê, ku di encamê de bi salan rastî êrîşên dûbare, tirsandin, înkarkirina mafên bingehîn û di dawîyê de bi zorê sala 2023 a re rû bi rû man, sirgûnkirina ji alîyê Ardibêcanêye meha îlonê de.
Ev pêvajo gav bi gav û bi rêkûpêk bû û Adirbêcanê bi qestî şert û merc ji bo nifûsa ermenî ya etnîkî afirand ku nekarî li Qerebaxê bimîne û bijî.
Freedom House gihîştîye wê encamê ku kiryarên belgekirî yên dewleta Adirbêcanê pîvanên paqijiya etnîkî pêk tîne, wekî ku di çarçoweya analîza komîteya pisporên Neteweyên Yekbûyî ya li ser binpêkirina qanûna navneteweyî ya mirovî li Yugoslavya berê tê fêm kirin.
“Me kuştinên bê daraz, îşkence, girtin û binçavkirinên keyfî, sînordarkirina gihandina xwarin û dermanên bingehîn, derxistina bi desê zorê, derxistin û koçberkirina sivîlan, êrîşên leşkerî yên bi qestî yan jî gefên êrîşan li ser sivîlan û tiştên sivîlan, û wêrankirina keyfî ya mal û milk belge kirine.
Şanda şopandina rastiyan dît ku delîlên têr hene ji bo encamdana wê yekê ku kiryar tawan in li gorî destûra Romayê ya dadgeha cezayê ya navdewletî, di nav de xala 7 a (sûcên li dijî mirovatiyê) û xala 8 a (tawanên şer), û mafê radestkirinê yan ji bo pênaseya jicîhûwarkirina bi desê zorê”: rêxistinê di daxuyaniyekê de got.
Freedom House bang li dadgeha tawanan ya navdewletî dike ku vekolînek berfireh û dadgehkirina muhtemel ya berpirsên van kiryarên hovane misoger bike. Freedom House bang li dewletên beşdar yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dike ku mêxanîzmaya Moskovayê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên ku ji hêla Adirbêcanê ve li dijî ermeniyên etnîkî yên ji Qerebaxa Çiya hatine derxistin, bikar bînin.
– Parêzgerî di encûmena mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo avakirina mêxanîzmayek mafên mirovan û prosedureke taybet li Adirbêcanê ji bo lêkolînkirina binpêkirinên sîstematîk yên mafên mirovan û raporkirina wan ji encûmena mafên mirovan, civata giştî û saziyên din yên Neteweyên Yekbûyî re.
– Piştgiriya hewldanên navneteweyî yên ji bo darizandina sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer yên ku li dijî nifûsa ermenî ya li Qerebaxê hatine kirin, di nav de bang li dewletên peymana Romayê dikin ku dozê bişînin dadgeha cezayê ya navneteweyî ji bo lêkolînkirina van binpêkirinan û toleyên armanckirî ferz dikin.
Freedom House bang li hukumeta Komara Adirbêcanê dike.
-Parastina çûna ewle ya ermeniyên Qerebaxa Çiya ji bo serdana malên xwe û berhevkirina eşyayên xwe, herwiha mîsogerkirina mafê vegera ermeniyan di bin çavdêriya navneteweyî de.
– Xwe ji axaftinên tundûtûjiyê yên li dijî Ermeniyan dûr bixin. Freedom House bang li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv /byûoya sazîyên dêmokratîk û mafên mirovan dike.
– Piştgiriya belgekirin û raporkirina berfireh ya binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Adirbêcanê ve, da ku hemî binpêkirin bi awayekî sîstematîk bêne tomarkirin û analîz kirin.







