Paşînyan wê yekê çawa tiştê qebûlnekirinê hesab dike wekî nava qewilên teribandina xalên elametîya 9 ê mijdarê guhdarîyê didine ser xalekê

Nîkol Paşînyan wê yekê çawa tiştê qebûlnekirinê hesab dike wekî nava qewilên teribandina xalên elametîya 9 ê mijdarê guhdarîyê didine ser xalekê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Paşînyan derheqa wê yekêda xeberdaye, wekî Adirbêcan herdem derheqa xala elametîyêye 9 a da dibêje ya ku derheqa vekirina rêyên herêmêdane û Ermenîstanê gunehkar dike wekî Ermenîstan naxweze wê xalê mîyaserke.
“Îzin tune nava elametîya sêalîda tenê xalekê pêşda bikişînin, çimkî elametî ji 9 xalaye. Werin em derheqa xalên mayînda bêjin: korîdora Laçînê niha li kîderêye? Aşîtîparêz niha li kîderêne, yên ku gerekê gorî elametîyê li Qerbaxêbûna? Xala elametîyêye 7 a li kîderêye, bi kîjanê tê gotinê, wekî merivên cîşihitî û penaber vedigerine Qerebaxê û nehîyên dor-bera û ew gerekê bin kontrola wekîlê Organîzeya Netewên Yekbûyîdabûna. Bona çi penaber paşda venagerîyane û venagarine Qerebaxê?”,-serokwezîr gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan derheqa pirsên merivên bêser-berate undabûyî dibêje, lê li Ermenîstanê roja îroyîn navnîşa 1000 merivên undabûyî heye, yazîya kîjana gerekê bê zelakirinê. Merivên girtî hene, yên ku ji sala 2020 î da hetanî niha li Adirbêcanêne. “Dibêjin, wekî ew dîlên leşkerî nînin. Feqet xala elametîyêye 8 a, ya derheqa dîlên leşkerîda tenê derheqa dîlên leşkerîda nîne, lê derheqa merivênê mayîndane jî, yên ku dîl ketine”,- Paşînyan gotîye.
Ewî wekilandîye, wekî axaftin tenê derheqa xaleke ji elametîyê tiştê qebûlkirinê nîne. Heger em dixwezin derheqa elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da xeberdin, wî çaxî gerekê ji sernivîsarê destpêkin û hetanî dawîyê mîyaserkin”,- Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye wekî xala elametîyêye 9 a, ya dawîye.







